Carl Gustaf XVI. Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Ev 40 sal in ku ew qiral e

Ev 40 sal in ku Carl Gustaf XVI li ser textê qiraltiyê ye û salvegera çûna wî ya ser text di dawiya hefteyê de bi şahiyên cihêreng hate pîrozkirin.

Statîstîkên ku di van salên dawî de hatine kirin nîşan didin ku pêbaweriya bi qirêl kêm e. Herwiha rexne li wî têne kirin ku ne jidil nêzîkê pirsên çapemeniyê dibe û pozbilindiyan dike. Lewra hin daxwaz hene ku ew xwe teqawîd bike da keça wî Viktoria bikeve şûna wî de, lê di hevpevyîneke dirêj ya bi Radyoya Swêdê re ew eşkere dike ku ew nafikire îstifa bike.

Carl Gustaf yê ku niha 67 salî ye di 15ê îlona 1973ê de bû qiral. Hingî ew 27 salî bû û mîna qiralekî ciwan ketibû şûna bapîrê xwe Gustaf Adolfê VI.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista