Wezîra alîkariyê Gunilla Carlsson. Foto: Scanpix.

Li Stockholmê konferansa Sûriyê tê lidarxistin

Îro Stockholm mazûlvaniya konferansek NY ji bo Sûriyê dike. Nûnerên NY û welatên ku alîkariyê didine Sûrî wê li Stockholmê li ser desteka însanî ya ku ji xelkên Sûrî re tê şandin gotûbêj bikin. Ev alîkarî hem diçe muhtacên li nava Sûrîyê hem jî koçberên ku reviyane dewletên cîran.

NY ji bo îsal dawa pênc mîlyar dolar li dewletên alîkar dike. Di tarîxê de tu caran meblexeke ewqas mezin wek alîkarî nehatibû xwestin. Wezîra Alîkariyê ya Swêdê Gunilla Carlsson hêvîdar e ku bêhtir pere bên berhevkirin. Û ew herwiha wê îşaretê dide ku Swêd jî belkî alîkariya xwe ya ji bo Sûrî zêde bike.

– Tenê ji bo îsal em behsa 280 mîlyon kron dikin. Îhtîmal heye ku ev meblex zêdetir jî bibe. Em hewl didin alîkarên nû jî peyda bikin çunkî Swêd bi xwe nikare bar tev hilgire ser milên xwe. Girîng e em bi vê kombûnê bigihîjin netîceyekê û lewra ez kêfxweş im ku em li Stockholmê li hev dicivin.

Konferansa ji bo alîkariya Sûriyê îro dest pê kir û sibê jî berdewam e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".