Şirîkên hikûmetê di hevdîtineke çapemeniyê de behsa pilanên xwe kirin. Foto: Bertil Enevåg Ericson/Scanpix

Jêbirîna baca kar ya pêncem di rê de ye

Mîna ku dihate çaverêkirin hikûmet di budçeya bê de pêşniyaza jêbirîna baca kar (jobbskatteavdrag) ya cara pêncem dike. Daxwazek din jî ku tê kirin bilindkirina asta zekata dewletî ye.

Bi vê pêşniyazê re tê payin ku mehê 200-300 kron ji kesekî xwedîmeş re bimîne û mesrefa vê ya li ser dewletê dike 12 mîlyar kron.

Mesrefa bilinkirina asta zekata dewletê jî 3 mîlyar kron in û ev pêşniyaz ji aliyê Partiya Gel (Folkpartiet) ve hatiye amadekirin. Li gor vê daxwazê ji kesên ku meaşê wan ji 37400 kronî kêmtir e zekata datahiya dewletî bila neyê standin. Eger ev pêşniyaz neyê pejirandin sînor wê 36 200 kron be.

Ango di zik hev de bihayê vê pêşniyaza hikûmetê 15 mîlyar kron ser dewletê dikelife, lê li gor hesabê hikûmetê bi van guhertinan re wê 13 000 karên nû bêne peydakirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".