Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dêûbav ji sinifên mezin nerazî ne

Gelek dêûbav ji ber ku malên dema vala yên zarokan pir qerebalix in nerazî ne.

Dezgeha Giştî ya Dibistanê (Skolverket) raya dêûbavê 124 000 zarok girtiye û tê de xuya dibe ku ji sêyan yek ji rewşa heyî neqayîl e.

Her grûbeke dema vala di zik hev de ji 40 xwendekaran pêk tê, berya pênc salan ev hejmar 33 bû.

Lê bi giştî dêûbav ji xebata pêşdibistanê pir razî ne. Ji dehan neh dibêjin personal karekî baş dikin, dema zarok li pêşdibistanê ne dilê wan rehet e û zarok baş fêr dibin.

Cudahiyek ku di lêkolînê de diyar dibe ew e ku eger mirov bi berya heft salan re bide ber hev îro zarok rojê du saetan bêhtir li pêşdibistanê dimînin. Birêvebiriya Dezgeha Giştî ya Dibistanê dixwaze ku berpirs  vê guhertinê berçav bigrin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".