Cird û mişkên ku jehr tesîrê li wan nake

Li çar bajarên cuda yên Swêdê cird û mişkên ku demîn bûne, ango jehr tesîrê li wan nake hatine dîtin. Li çendîn welatên din cirdên wiha hatibûne peydakirin û berya niha şik û gumanên wiha li Swêdê jî dihatine kirin lê ev cara pêşî ye ku ev yek tê îspatkirin.

Şîrketa Anticimex li 80 cîyên cuda yên Swêdê nimûne girtine û di vê kontrola xwe de li Kristianstad, Linköping, Uppsala û Växjö cird û mişkên mala yên ku li hember jehrê demîna xwe girtine dîtiye.

Şîrketa Anticimex li 80 cîyên cuda yên Swêdê nimûne girtine û di vê kontrola xwe de li Kristianstad, Linköping, Uppsala û Växjö cird û mişkên mala yên ku li hember jehrê demîna xwe girtine dîtiye.

Niha ji bo ku ev heywanên bizerar ji holê bêne rakirin divê jehreke bihêztir bê bikaranîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".