Vekirina parlemanê ji aliyê qirêl ve tê kirin. Foto: Bertil Enevåg / Scanpix

Îro parlemana Swêdê ji bo dewra salê vedibe

Tatîla havînê ya parlemana Swêdê xilas û îro dewra xebata parlemanê ya saleke nû dest pê dike. 

Roj bi navxwendina hemû nûneran di dîwana parlemanê de dest pê dike. Navrojê li dêra mezin li Gamla Stan ayîneke ku nîşanên gelek olan dihewîne nav xwe tê lidarxistin û piştre li derdorê parlemanê vekirin dê bi muzîk û merasiman bê pîrozkirin.

Saet nêzîkê 14.00 gereke qiral û malbata xwe seriyekî li parlemanê bidin û paşê qiral vekirina dewra parlemanê ya xebata îsal îlan bike.

Piştî vekirinê serokwezîr Fredrik Reinfeldt wê sîyaseta hikûmeta xwe ya salê pêşkêş bike. Serokwezîrê berê Göran Persson di rojên wiha de hin guhertin di hikûmetê de dikirin, wek nimûne wezîr diguhertin. Û eger Reinfeldt guhertinên bi vî rengî fikirî be îro gereke diyar bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".