Många boende i Biskopsgården ville ställa frågor till poliser, tjänstemän och politiker.

Li Biskopsgården rayedar û xelk civiyan

Duh êvarê li taxa Biskopsgården li Göteborg polîs, karmend û sîyasetvan ji bo ku li ser kuştinên vê dawiyê biaxivin û bi hev bişêwirin hatin cem hev.

Gelek kes hatibûne civînê û salona spora Sjumilahallen tişe xelk bûbû. Gelek ji wan bi tirs û endîşe bûn.

Di gotûbêjên navbera xelkê û siyasetvanê Sosyaldemokrat Håkan Persson jinekê got:

– Ev sê sal in me qirika xwe zuha kir da hûn ciyekî ji bo dema vala vekin. Pirsgirêka mezin bêkarî ye. Gelo haya te jê heye bê çend kesên bi xwendina bilind ji ber nav û paşnavê xwe yê biyanî kar peyde nakin.

Piştî hevdîtina bi şêniyên taxê re serokê meclisa taxa Västra Hisingen Håkan Persson yê Sosyaldemokrat got:

-- Min bi xwe weke siyasetvan fam kir bê xelk piştî van bûyerên nexweş çi difikire û çawa hîs dike. Me gelek nêrîn û fikir li vira standin. Niha divê em li pêşniyazan binêrin û meyzênin bê em dikarin çi bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".