Keça 13 salî li Kumla avêtibû pêşiya trênê. Foto: Claudio Bresciani/Scanpix

Pedofîlekî 45 salî tê sûcdarkirin

Îro zilamekî 45 salî bi gumanbariya ku bi giştî 25 sûcên cinsî li hember zarokan kirine tê sûcdarkirin.

Tecawiza li zarokan, destdirêjiya cinsî ya giran li hember zarokan û bikaranîna zarokan ji bo girtina wêneyên cinsî çend ji wan sûcan e ku ew ji ber wan tê gunehbarkirin.

Lêkolîna li hember vî kesî piştî ku keçeke 13 salî li Kumla xwe kuşt dest pê kir. Li gor dozê ne gelekî berya ku keçik xwe bikuje mêrik gef lê xwaribûn ku ew dîmên û fîlmên keçikê li ser înternetê belav bike. Herçend keçikê gotibû ew ê întixar bike jî mêrik dawî li tehdîtên xwe neanîbû, loma jî sûcê kirî giran tê hesibandin.

Zilamê 45 salî li ser înternetê xwe mîna kurekî 15 salî dida nasandin, lê piştî ku polîs nasnameya wî derxist holê gelek gilî bi taybetî ji rojavayê Swêdê hatine.

Zilam bi xwe hemû sûcdarkirinan red dike lê dozger Pia Åsberg dibêje wan bi rêya telefon û înternetê delîlên pêwist bidest xistine.

Dadgeha pedofîlê gumanbar berpêşkî gereke di 2ê meha deh, ango cotmehê de dest pê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".