Nirxê xaniyan bilind dibe

Bihayê xaniyan hê jî bilind dibe. Li gor statîstîka sîmsaran (mäklarstatistik) di vê meha dawî de nirxê xaniyên vîla ji %1û daîreyan ji %3 bilind bûye. Di nava salekê de bi giştî bihayê  xaniyan ji %14 çûye jor.

Mäklarstatistik wê texmînê dike ku di payîzê de jî ev meyil dewam bike ji ber ku xanî kêm in û daxwaz pir in.

Şîrketa Svensk Mäklarstatistik ji sala 2004ê ve li asta nirxê xaniyan li Swêdê dinêre.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".