Ba û baran tê!

Enstîtuya Meteorolojiya Swêdê (SMHI) hişyar dike ku di van rojên pêşiya me de wê gelek ba were û baran bibare.

Ba û ewrên barana ku ji rojavayê tên ser Götaland û Svealand ve derbas dibin û hewaya neçê îro digihîje Norrland.

SMHI li herêmên Jämtland, Medelpad û Helsingland hişyariya derece 1 îlan kiriye û li bendê ye ku li hin herêman heta 35 milimeter baran bibare.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".