Nexweş mabûn bê alîkarî. Foto: Christine Olsson / SCANPIX.

Doza sextekariyên li Södertälje dest pê kir

Îro doza li hember gumanbariya sextekariyên asîstaniyê li Södertälje dest pê dike.

35 kes îro ji ber gumanbariya ku wan bi awayekî berfirehî li ser navê alîkarîdayînê sextekarîkirine derketin pêşberî dadgehê, lê ji ber ku ew gelek bûn û cîyê gişan di dadgehekê de nebû ew li sê cîyên cuda yên Stockholmê derketin pêşberî hakim.

Dozger Henrik Ohlin ji dadgeha destpêkî:

-      Sûcdarî giran in ji ber ku ew bi rêxistinî û pilan, bi awayekî sîstematîk demeke dirêj hatine kirin.

Li gor dozger ji ber van hîleyan di nava şeş salan de Kaseya Sîgortayê (Försäkringskassan) bi 30 mîyon kronî zerar kiriye. Ji aliyê din ve tu xizmet li her şeş kesên nexweş ku gerekbû wergirtana nehatiye kirin.

Henrik Ohlin dibêje:

-      Xizmetnedan bûye sebeb ku kesên nexweş demên dirêj nikarîne ji malên xwe derkevin. Ew bi tenê di hundir hatine hiştin û derî li ber wan hatiye qufle kirin, dermanê şaş dane wan, navgînên alîkariyê yên lewitî hatine bikaranîn.

Dadgeha vê komê hefteyê sê rojan e û tê çaverêkirin ku heta serê salê dewam bike.

Kesên ku têne tawanbarkirin înkar dikin ku wan tu sûc kiribe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".