Rêbazên nû yên dijî acizkirina li dibistanan

Li hember acizkirin û henekpêkirina ku li dibistanan rûdide lêkolînerên Zanîngeha Stockholmê wê li rêbazên nû bigerin. Ji bo vê xebatê fonda Wallenberg 8 mîlyon kron dide lêkolînerên zanîngeha Stockholmê û rêxistina dijî acizkirinê ya bi navê Friends.

Lêkolîner û Friends bi hev re wê binêrin bê di nav zarokên pêşdibistanê û yên ku diçine sinifa heştê de rewşên acizkirinê çima û çawa rûdidin. Vê agahiyê rojnameya Dagens Nyheterê dinivîse.

Dezgeha Giştî ya Dibistanan berya sê salan destnîşan kiribû ku tu bernameyên li dijî acizkirinê yên heyî bi serê xwe ne serkeftî bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".