Taylandê kesekî swêdî-libnanî ceza kir

Dadgeheke li Taylandê cezayê du sal û heşt meh zindanê li kesekî swêdî-libnanî birî.

Sedema cezakirina zilamê 49 salî ew e ku li lokala zilêm ya li paytexta Tayland Bangkokê zêdetir ji çar ton zibil hatiye dîtin. Ev zibil di çêkirina bombeyan de tê bi kar anîn û lewra dadgehê ew weke materyalê neqanûnî yê şer hesab kiriye.

Zilam bi endamiya rêxistina Hîzbullaha Libnanê tê sûcdar kirin. Gelek dewlet Hîzbullahê wek rêxistineke terorîst dibînin.

Heçî zilamê girtî ye ew bi xwe sûckariyan red dike, dibêje ev komployeke israîlî ye û zibil jî ne wî lê hineke din danîne ber lokala wî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".