Saab 9-3 ya dawî. Foto: Victor Jensen/P4 Väst

Nevs otomobîlên ser ceryanê çêdike

Şîrketa otomobîlên ser ceryanê Nevs ku li fabrîkaya berê ya Saab li Trollhättan karê xwe dike yekem modela xwe ya otomobîlan dide nasandin.

Model nûkirineke Saab 9-3 ye û pilan ew e ku Nevs di nav îsal de dest bi çêkirina wê bike. Lê hîna tam ne diyar e bê otomobîl kengî wê derkevin piyasê.

Şîrketa Nevsê par alavên Saab Otomobile ku çûbû îflasê kirîbû û niha li Trollhättan 500 karkerên wan hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista