Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Wezîra nû carê li hember zewaca hevcinsan bû

Hat weşandin onsdag 18 september 2013 kl 11.56
Svantesson gotibû ”şeş mîlyar însan zewacê mîna bihevrejiyana navbera jin û mêr dibînin”.Foto: Scanpix

Wezîra nû ya bazara karî Elisabeth Svantesson di salên 1990î de endama dêra serbixwe ya bi navê Livets ord, ango Gotina Jiyanê bû. Ew herwiha bi rêxistina li dijî zarokjiberkirinê ”Ja till livet” bû.

Svantesson ya ji partiya Moderaterna bersiva pirsên li ser baweriya xwe û bê çima wê dev ji Livets ord berdaye nade. Di hevdîtina bi çapemeniyê re duh wê got: ”Ev pirs ne pêwendîdar e û tu girêdanên vê pirsê bi wezîrtiya min re nînin”.

Wê herwiha got ku ew qanûna Swêdê ya zarokjiberkirinê baş dibîne.

Berya niha Elisabeth Svantesson herwiha rexne li zewacên hevcinsî jî kirine. Di hevpeyvîneke bi rojnameya xiristiyanî Dagen re wê di 2007ê de gotibû ”şeş mîlyar însan zewacê mîna bihevrejiyana navbera jin û mêr dibînin”.

Duh bi vekirina dewra parlemanê ya xebata salê re serokwezîr Fredrik Reinfeldt eşkere kiribû ku Elisabeth Svantesson dibe wezîra bazara karî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".