Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kristian Gidlund wefat kir

Hat weşandin onsdag 18 september 2013 kl 13.15

Muzîsyen, nivîskar û rojnamevan Kristian Gidlund yê 29 salî duh ji nexweşiya kanserê ango penceşêrê mir.

Gidlund pir li ser jîyana xwe ya mîna nexweşê kanserê dinivîsand û baldariyeke mezin didît. Blogeke wî li ser înternetê bi navê ”I kroppen min” ango di laşê min de hebû û îsal biharê kitêbek bi heman navî weşand.

Îsal havînê ew herwiha bûbû yek ji axavtvanên radyoyê Sommar i P1.

Di bernameya xwe ya Sommar i P1 ya ku yek ji wan bernameyên îsal herî zêde hatiye guhdarkirine de Gidlund wiha digot:

– Bi destûra we ez dixwazim bêjim ku ev ne raporeke zanistî ye ez tarîf bikim bê çi bi laşê nexweşekî giran tê. Nexêr, ev şahidtiya min ya di eniya şer li hemberî kanserê de ye û hindik maye ew rihê min bistîne.

Kristian Gidlund yek ji damezrênerên koma muzîkê ya bi navê Sugarplumfairy bû, lê paşê wî rojnamevanî xwend. Piştî ku di 27 saliya wî de kanserê li mîda wî xist wî dest bi nivîsandina têkoşîna xwe ya li hember kanserê kir. Bloga ku wî tê de dinivîsî ji aliyê milyonan kes ve dihate xwendin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".