Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Stockholmê dibistanek tê girtin

Çavdêriya Dibistanan (Skolinspektionen) destûra perwerdedanê ya dibistana serbest Distra Syd ku li Stockholmê ye jê distîne.

Îsal biharê çavdêriya Dibistanan destnîşan kiribû ku birêvebiriya dibistana Distra lawaz e, mamosteyên wê bêselahiyet in û di fêrkririnê de kêmasî hene. Hingî dibistanê ragihandibû ku ew ê karê xwe dewam nekin û ji bo payîzê xwendekarên nû nehewandibûn.

Navenda Perwerdeya Distra ku dibistan bi rê ve dibir herwiha xwediyê lîseyekê jî ye û ew xwendegeh jî ji aliyê çavdêriya Dibistanan ve hatiye rexnekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".