Seferberîya alîkariya Fîlîpînê

5:29 min

Rêxistinên alîkariya mirovahî yên Swêdî ji bo xelkê Fîlîpînê seferber bûn. Bi armanca alîkarîya însanên ji teyfûna bi navê Heyian bikin takekes û şîrket pare dişînin ji van rêxistinan re. Heta niha 8 milyon kron hatine berhevkirin.

Malin Thiel, ku yek ji rêvebirên rêxistina parastina zarokan Rädda Barnenê ye ji comerdiya xelkê razî ye.

– Malîn Thiel dibêje, bersivdana xelkê ya banga me ya ji bo alîkariyê gelekî muhteşem e. Me vê bangê roja şemiyê kir û her hewa li ser Facebookê jî me di derbarê xebata xwe ya li Fîlîpînê de agahî belavkirin. Û bersiva ji bo alîkariyê yekser bû.

Doktorên bêsînor rêxistineke din ya ji niha ve li herêmê ye. Ew bi grûpeke acîlê re li bajarê Cebuyê ya li Fîlîpînê bicîh bûne – bajarek ku teyfûnê bi hêzeke mezin lê daye û bûye sebeba zerar û ziyaneke mezin. Vê yekê Anna Sjöblom dibêje, ku li cem Doktorên bêsînor weke hemşîre û şewirmenda tibbî kar dike.

– Komeke me ya acîlê li cih li bajarê Cebuyê heye û em niha hewl didin vê grûpê bi 30 xebatkarên din xurt bikin. Em her weha amade ne jî ku bêtir personelên tendrûstî û tibbî bişînin herêmê. Di nav wan de doktor, hemşîre, psîkolog û lojîstîkvan hene. Ew li bendê ne ku di derbarê rewşê û pêdiviyan de nirxandinek were amade kirin. Em her weha ji niha ve 200 ton malzemeyên tibbî dişînin Filîpînê. Armanca me ew e ku em kesên birîndar derman bikin. Herweha aşî û derzî û dermanên tetanosê jî di nav van malzemeyan de hene.

Di karesatên xwezayî de pêdivîya herî mezin bi ava paqij heye, dibêje Anna Sjöblom. Xwarin û derfetên paqijiyê jî gelekî girîng in, weke mînak avakirina toalet û nexweşxaneyên seyyar.

Li gorî texmînan 4 milyon û 300 hezar kes ji teyfûna Haiyan zerarê dîtine. Ji wana milyonek û 700 hezar kes zarok in. Û yên zerara herî mezin dibînin jiî zarok. Ji niha ve fona parastina zarokan ya Neteweyên Yekbûyî UNICEF gelek ji personelên xwe bi armanca alîkarîya zarokan bikin jinûve bicîh dikin. Vê yekê Per Westberg dibêje ku cîgirê sekreterê gîştî yê UNICEFê ye.

Per Westberg dibêje li beramberî zarokan berpirsiyariyeke me ya taybetî heye. Di destê yekem de gereke em derfet çêbikin ku xwarin bigihe zarokan û piştre ku ew karibin biçin dibistanê. Dibistan ji bo zarokan sembola ewlebûnê ye û li wir dikarin tiştên traumatîk yên hatiye serê wan bi lêv bikin.

Lê herweha gelek rîskên din hene ku dikare zerarê bide zarokan. Ji ber vê ew hewl didin herêmên bi emniyet ji bo zarokan ava bikin, dibêje Per Westberg:

– Gelek girîng e mirov di kêliyeke gelek mêj de zarokên ji ber sedemên cûda tenê mane qeyd bike. Hem ji bo karibin wan bigihînin dê û bavên wan yan jî xizmên wan û hem jî bi armanca tiştên xerab neyê serê wan. Gereke em jibîr nekin ku hîn teşkîlatên nîyetxerab hene ku bazirganiya bi zarokan dikin.

Van rojên li pêş me dê UNICEF hewl dibe di derbarê encamên karesata teyfûnê ya li Fîlîpînê de nexşeyek çêbike. Ewê her weha nirxandinan jî bike ka mirov çiqas lez dikare xwe bigihîne herêmên teyfûnê bi awayeke herî xedar lê daye.

Per Byman ku sekreterê gîştî yê Alîkariya Radyoyê ya Televîzyona Swêdê ye ji kanala P4 ya radyoya Swêdê re wiha dibêje:

– Me niha dest bi kampanyayek kiriye û herw ldin pare berhev bikin. Ev pare di destê yekem de dê ji bo alîkariya acîl bê serfkirin lê herweha di pêvajoyeke dirêj de ji bo projeyên avakariyê jî. Gereke em piştgirî û derfet bidin wan kesên zerarê dîtine ku karibin vegerin malên xwe.