Jonas Åkerlund

Siyasetmedarekî bilind yê SD biyaniyan wekî parazît bi nav dike

Di tomarkirineke kevin ya radyoyeke herêmî ji 2002 de cêgirê serokê partiya demokratên Swêdê, SD, Jonas Åkerlund axaftinên nijadperestî yên giran dibêje. Rojnameya Aftonbladet ev tomarkirinên kevin peydakiriye.

Åkerlund biyaniyan bi parazît bi nav dike û dibêje ew dixwaze ew dora nîv milyon kes ji Swêdê der sînor bike. Wî herweha dixwest jî ciyên taybetî di zindanan de bikire bo nifşê sêyêm ji biyaniyên li Swêdê dijîn li wan welatên dêûbavên wan jê hatine û di heman demê de jî hemû xizm û merivên wan dersînor bikin. Ev axaftin di tomarkirina radyoya herêmî ji 2002 de hatiye gotin:

-Di vê tomarkirinê de Åkerlund dibêje eger em van 500 000 parazîtan der sînorên Swêdê bikin, ew yên bi carekê re ne bi pêwîstiya parastinê ne û tenê ji bo bikaranîna sîstema me ya aborî hatine Swêdê wê demê dê rewşa aborî ya Swêdê di hindirê salekê de ji bingeh ve bên guhertin.

Di vê tomarkirinê de jî Åkerlund behsa rewşeke taybetî dike û dibêje ku eger ew   kesên aciziyan di dibistanan de dikin û malbatên wan ji Swêdê hatibana derkirin bo welatên jê hatine wê demê dê acizkirina di hemû dibistanan de hatibaya rawestandin.

Li gor berdevkê pirsên çapemenî Linus Bylund îro Åkerlund êdî ne xwediyê wan gotinan ye û ev mesele di hindirê partiyê de qediyaye.

Åkerlund di 2010 de derbasî parlamanê bû û îro endam e di komîsyona yasaya bingehîn de û herweha yek ji siyasetmedarên di partiya Demokratên Swêdê de ye ku piştgîriya sifir tolerans ango tehemil hember nijadperestiyê dike.

Derbarê nerînnên wî yên nijadperestî di vê tomarkirina kevin de îro Åkerlund wisa dibêje:

-Belê, lê wê demê ez negihiştî û balix bûm. Û dema xebatkara rojnameya Aftonbladet jê re dibêje lê tu wê demê 53 salî bû? Åkerlund lê vedigerîne û dibêje:

-Rast e, lê ez ji aliyê siyasî ve ne gihiştî bûm.

Xebata siyasî ya Jonas Åkerlund dirêj e, ew di destpêka salên 1970 de di partiya Sosyaldemokratan de çalak bû. Di salên 1980 de partî guhert û bû alîgirê Moderatan û ji aliyên wan ve di şaredariya Ockelbo de navê yekem bû.

Ji 1995 de dest ji Moderatan berda ji bo partiya Demokratên Swêdê, ew hem berpirsê çapemenî yê partiyê bûye û hem jî berdevkê wê. Di 2006 de Åkerlund bo wezîfeya cêgirê serokê partiyê hate hilbijartin û di 2010 de bo parlamanê jî hate hilbijartin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista