Wesayîtên ji derveyê welat di reqabeta bi şîrketên kamyonan yên swêdî re serdest in. Wêne: Claudio Bresciani/TT.

Baca trafîkê sebeba reqabetek ne wekhev e

"Taqeta swêdiyan tuneye reqabetê bikin"
4:57 min

Wesayîtên giran û otomobilên ji derveyê welat li Swêdê baca trafîkê nadin. Û vê yekê li bajarên Stockholm û Göteborgê ku xwedî sîstemek baca trafîkê ne di nav bereyên siyasî de nakokîyên kûr peyda kiriye.

Di pîlana baca trafîkê de ku hikûmetê meha derbasbûyî pêşkêş kiribû pêşniyazeke berçav ya ji bo bacstendina ji wesayîtên biyanî tunebû, tevî ku lêkolînerên wezîfedar daxwaza wê yekê kiribûn.

Tevahîya muxalefetê vê yekê protesto kiribû û Lars Johansson, endamê sosyaldemokrat yê komîsyona trafîkê ya parlamentoyê, nerazîbûna xwe wiha bilêv dike.

– Ez vê yekê weke bêxemîya hikûmetê şîrove dikim. Bi ya wan pêdivî bi qaîdeyên wekhev tune ye.

Belê, ji bilî daxwazîya ku gereke heman qaîde ji bo her kesî derbas bibe, Lars Johansson di wê bawerîyê de ye jî ku sektora ragihandinîyê ya swêdî, ji ber ku wesayîtên biyanî baca trafîkê nadin, zerareke mezintir dibîne. Ew dixwaze qaîde ji serê salê û pê ve werin guhertin. Weke mînak hemû kamyonên swêdî yên di nav bajarê Göteborg re derbas dibin gerek e baca trafîkê bidin lê ev yek li ser kamyonên ji derveyê Swêdê ne ferz e. Ev jî heza reqabetê ya şîrketên ragihandiniya bar yên biyanî xurt dike.

Di meha sibata derbasbûyî de lêkolînerê hikûmetê ji bo rakirina mûafiyeta ji bacê ya wesayîtên biyanî çareseriyên teknîkî pêşkêş kirin. Lê ev yek di pêşniyaznama hikûmetê de nîn e.

Di nav vê heftê de dê parlamentoya Swêdê mijarê bigire dest û her wekî hemû partiyên muxalefetê sosyaldemokrat jî li dijî tevahîya pêşniyaznama hikûmetê ya heqê rê ye. Careke din Lars Johansson:

– Em hêvî dikin hikûmet guh bide gotinên me. Her weha piraniyeke li parlamentoyê dikare piştgirî bide xeta me û li dijî pêşniyaznama hikûmetê deng bidin.

Lê parlamenterê partiya Moderat Jan-Evert Rådhström dibêje helwesta sosyaldemokratan bêmane ye. Ji ber ku di pêşniyaznameya hikûmetê de dido dîrektîfên Yekîtiya Ewrûpayê jî cîh digirin û di saya vana de dê baca trafîkê ya ji bo wesayîtên ji derveyê welat jî were ferz kirin.

– Ev popûlîzmeke bê mane ye, dibêje Jan Evert Rådhström. Ez ne bawer im ew dizanin ka ew pêşniyaza çi dikin. Heger ew baca rê dixwazin wê demê gereke ew piştgirî bidin pêşniyaznama hikûmetê ku em karibin dîrektîfên Yekîtiyê pêk bînin û bi vî re hikûmet pêşniyaza qanûneke pêwîst bike.

Sebebê ku hikûmet pêşniyazeke tûjtir nade pêş ew e ku sîstemên teknîkî hêj ne amade ne. Dema ev temam bûn dê ewê pêşniyazek bidin pêş. Lê dê ev kengê be, salekî an jî dû sal paşê hêj ne diyar e:

– Bi ya min dê ev gavek hêj zûtir pêk were, dibêje Jan Evert Rådhström. Li ser detayan xebatek kûr tê kirin. Lê heger mirov ji niha ve tarîxek dayne dê ev ji bo vê xebatê xerabiyeke gelek mezin be. Ji ber ku di halî hazir de em nikarin bibêjin di dest me de sîstemeke baş ya teknîkî heye. Ne helwesteke ciddî ye ku mirov wiha bibêje.

Lê bi ya Lars Johanssonê sosyaldemokrat ji niha ve hîn çareseriyên teknîkî hene û ew wê lekolîna fermî destnîşan dike ku di meha sibatê de hatibû pêşkêş kirin.

Ji ber vê yekê partiya wî daxwaz dike ku ji serê salê û pê ve ji wesayîtên biyanî baca rê were sendin. Ji bo sektora ragihandiniya bar ya swêdî ecele bi biryarek heye.

– Bi taybetî jî li başûr û rojavayê Swêdê sektora ragihandiniya bar ziyaneke mezin dibîne. Şîrketên wan îflas dikin û hez û taqata wan tuneye ku li hemberî şîrketên biyanî reqabetê bikin. Û ji bi ya Lars Johansson stendina baca rê ji wesayîtên ji derveyê Swêdê dikare qaîdeyên reqabetê bike wekhev.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".