Hijmara şirketên norwecî li Swêdê zêde dibe

3:05 min

Li Swêdê 2.200 şirket di destê norweciyan de ne û ev yek dike ku Norwec di lîsteya welatên  li Swêdê xwedîşirket de dibe yekemîn. Şirketên ku ji aliyê norweciyan ve têne bi rê ve birin herî zêde li herêma Värmlandê bi cih dibin.

Ulf Johnsson şefê herêmî yê şirketa ventîlasyonê Flexitê ye û di hevpeyvînekê de pirsên Ekotê dibersivîne. Ew dibêje ku şirketa wan êdî çêkirina berheman bi giştî li fabrîkaya Töcksforsê ya li Värmlandê pêk tîne. Sedema wê jî ew e ku mesrefa çêkirinê li Swêdê kêmtir e û herwiha ji ber ku bêkarî li vir zêdetir e peydakirina karkeran hesantir dibe. Johnsson dibêje ku karê şirketê bi vî awayî bi dereceyeke baş zêde bûye.

Li gorî Tillväxtanalysê ,ku pêşveçûna ekonomîk analîz dike, ji serê sedsala nû heta niha hijmara şirketên norwecî li Swêdê çar qetan zêdetir bûye. Ew dibêjin ku meaşên nizm ên li Swêdê sedema sereke ya vê zêdebûnê ye. Sala buhurî hijmara kesên ku li van şirketan kar dikirin 57 hezar bû.

Fabrîkaya Flexitê ya ventîlasyonê beriya du salan li Swêdê vebû. Li aliyê din ê sînor li Örjeya Norwecê fabrîkaya din a heman şîrketê heye ku şahîdiya  barkirina bo Swêdê ya derece bi derece kiriye. Johnsson dibêje ku sedema vê barkirinê aborî ye.

Li herêma endustriyê ya Töcksforsê şirketên norwecî di rex hev de rêz bûne. Ji şirketên ventîlasyonê heta yên serşokan li vir xwe bi cih kirine. Li ser hemû karton û pakêtan nivîsên norwecî hene. Heta pê etîketên hişyariyê bi norwecî ne. Ev berhem bi temamî ji bo bazara Norwecê hatine amade kirin.

Göran Östermanê ku li rêxistina Region Värmland weke rêveberê projeyan kar dike dibêje ku ew vê zêdebûna şirketên norwecî ji nêzîkî ve dişopin. Li gorî wî ji bo kişandina zêdetir şirketên norwecî pêdivî bi karkerên jîr û kompetent heye. Şirket bi taybetî li mihendis û teknîsyenan digerin. Österman dibêje eger karkarên kompetent hebin zêdebûna şirketên norwecî yên li Swêdê dê berdewam bike.