Belge ji penaberên bê destûr tên xwestin

4:50 min

Yasayeke nû ya ji havînê de dest pê kiriye mafê lênerîna tendirustiyê dide wan penaberên bê destûr û belge li Swêdê dijîn. Lê agahiya derbarê vî mafî baş belav nebûye û ew penaberên bê belge di dema serîlêdana lênerîna tendirustiyê mecbûr dibin belgeyekê nîşan bidin wekî isbat ku bi rastî ew bê belge ne.

Elaine yek ji wan kesên bê destûr û belge li Swêdê dijîn û ew rastî astengî û probleman bû dema serî li lênerîna tendirustiyê da. Ew ducanî bû, ango bi hemil bû û jê re gotin ku ew mecbûr e navbera 50 000 û 100 000 kronî bide da ku karibe zaroka xwe li beşekî asayî yê BB bîne ango ew beşê lênerîna zarokan di nexweşxaneyan de.

Elaine dibêje ji ber ku min belge nebû, mecbûr bûm di navbera 50 000 û 100 000 de bidim.

Û eger astengî di rê derkevin, wekî ji Elaine re bû dema mecbûr bû zaroka xwe qeyserî anî, wê demê lêçûneke bêhtir jî pêwîst dibe. Kurê wê sê heftiyan zûtir ji dayik bû û bi xêra rêxistina pizîşkan, Läkare i världen, pêwîst nedikir ku Elaine pereyan bide.

Li gor vê rêxistinê, yên penberin û bê belge ne mecbûr dibin belgeyekê nîşan bidin ya isbat dike ku bi rastî bê belge ne. Û di rewşa Elaine de jî her wiha bû dema çû navenda lênerîna ji bo dayikan bi hevala xwe Eva re:

-Eva ya xwedî navekî din e dibêje em li navendeke taybetî ya lênerîna ji bo dayikan bûn û wan pirsî bê jimareyên kesî yê wê çi ne, ango personnummer. Min ji wan re got ku ew bê belge ye û wan bi çavekî ecêb li min nerîn û pişt re gotin ”ma em ê çawa zanibin ku ew bi rastî bê belge ye”.

Eva berdewam dike û dibêje, min êdî nexwest hevala xwe têxim rewşeke nerehet de û ji ber wê em ji wê derê çûn. Lê ez bi rastî gelekî bi vê yekê aciz bûm.

Li rêxistina pizîşkan, Läkare i världen, rewşa nêzîkî 50 penaberên bê belge şopandine bi taybetî dema serî li warê lênerîna tendirustiyê dane û lêhûrnerîna wan diyar kir ku her serê çar penaberî yek rastî astengiyan bû û ji wî kesî re ev mafa nehat qebûlkirin.

Rêxistina mafê mirovan Xaça sor jî, Röda korset, ji dema ev yasaya nû dest pê kir li rewşa vê grûpê neriye û li gor wan kêmasiyên mezin hene ji aliyê aghaiyên derbarê mafên penaberên bê belge ve. Johannes Mosskin sekreterê giştî yê rêxistina Läkare i Världen e:

-Piştî encamên lêhûrnerînê em dibînin ku rewş gelekî cidî ye û ji aliyê neqebûlkirina mafê lênerîna tendirustiyê bo penaberên bê belge ve diyar e ku gelek kar û xebat nahetine kirin.

Dema Elaine serî li lênerîna tendirustiyê da jê hate prisîn bê ew çima wiqasî li Swêdê maye, ew li ku derê jiyaye û eger ew bi hemil bûbe tenê ji bo mafê rûniştinê li Swêdê werbirgire.

Elaine zilamê xwe yê bi esil swêdî di 2010 de naskir û bi wî re di bajarekî biçûk de dijî. Ew di çar salan de veşartî jiyaye û dibêje ku ew hîna jî gelekî ditirse. Ditirse ku bên û wê bibin, wê bo welatê wê rê bikin. Ji bo wê jî ew dibêje xem nake ku di malê de veşartî bim.

Hans Karlsson , şefê beşê lênerîna tendirustiyê ye li rêxistina seranserî ya vî warî ya şaredarî û meclisên parêzgehên Swêdê, Sveriges kommuner och Landsting, û ew ji vê yekê neraziye û rexneyan li muameleya penaberên bê belge dike. Ew dibêje jêpirsîna û şîroveya derbarê heq û buhayiya lênerînê bo vî awayê lênerîna tendirustiyê ku acil e û nikare dereng bimîne yekcar ne maqûl e.