Mixalefeta sorekesk li pêş e

Partîya Jîngehê (MP) û Partîya Çep (V) rayên xwe zêde dikin û Demokratên Swêdê jî paşde diçin. Ev encama SIFO ya lêpirsîna raya giştî ya dawî ye.

Ji bilî Demokratên Swêdê sê partîyên din ku desteka ji bo wan kêm dibe Sosyaldemokrat, Partîya Navendê û Demokratên Xiristîyan in. Desteka ji bo Demokratên Xiristîyan ewqas kêm bûye ku ew daketîye bin %4ê.

Li gor vê lêpirsîna dawî rayên mixalefeta sorekesk tev de nêzîkê ji %51 e û yên hikûmetê %39 e.

Moderat: 25 (0)

Partîya Gel – Fp:5,9 (-0,1)

Partîya Navendê – C: 4,1 (+0,3)

Demokratên Xiristîyan – Kd: 3,9 (-0,1) 

Hevbendîya burjûwa: 38,9 (+0,1)


Sosyaldemokrat - S: 34,5 (-1,1)

Partîya Çep - V: 7,3 (+0,9)

Partîya Jîngehê - Mp: 9,1 (+1,2)

Mixalefeta sorekesk: 50,9 (+1,0)


Demokratên Swêdê – SD: 9,0 (-0,7)