Di zindanê de jî mirov ne di emnîyetê de ne

Ketina zindanê jî mirovan ji talûkeyê xelas nake. Li gor lênerîneke rojnameya Dagens Nyheterê girtîxane û lênerîna tawankaran (Kriminalvården) nikare girtiyên di zindanê de biparêze. Girtî di nav xwe de li hev dixin, hev aciz dikin û gefan li hev dixwin.

Raporên lênerîna tawankaran nîşan didin ku par zêdetir ji 500 bûyerên bi vî rengî hatine qeydkirin. 111 ji van dikevin kategorîya dijwar de û di sê bûyeran de girtîyên di zindanê de derbeyên xedar xwarine.

Bi nêrîna şefê ewlekarîyê yê lênerîna tawankaran Per Westberg ev hejmarên bilind jî rastîyê tev nîşan nadin ji ber ku gelek girtî ji tirsa newêrîn behsa zordarîyên li ser xwe bikin û karmend gelek caran bi bûyerên ewleyîyê qet nahesin.