Sextekarîyên ser înternetê zêde dibin

Gilîyên sextekarîyên ser înternetê, ku jê re dibêjin « phishing » ango nêçîra ser xetê zêde dibe.

Di vî awayê sextekarîyan de hîlebaz mîna ku ew nûnerê bankeyekê yan jî şîrketekê be mailekê dişîne û hewl dide agahîyên li ser hesab û karta mirov ya bankê bi dest bixîne.

Tenê ji polîsê Stockholmê re rojê 10-15 gilîyên bi vî rengî tên. Li gor berya pênc salan ev rêbaza sextekarîyan du qat bûye û par ew giha 21 000.

Pêşniyaza hin pisporên komputeran ew e ku mirov tu caran pêl lînkên ku bi rêya mailan tê neke.