Pîyên berêz avêtine mizgeftê

Camên pencereyên mizgefta Fittja hatine şkandin û tiştekî ku dişibe pîyên berêz avêtine hundir. Vê daxuyanîyê rojnameya Aftonbladet di malpera xwe de dinivîsîne.

Li gor rojnameyê teknîsyenên polîs hatine teftîşa cî û gilînameyek tê amadekirin.

Hîna nayê zanîn bê bûyer ji alîyê kê ve û ji bo çi sedemê hatîye kirin.