Swêd yan Portugal – Zlatan yan Ronaldo

Îro êvarê li saheya Friends li Stockholmê tîma futbolê ya Swêdê li hember Portugal dilîze. Encama vê maçê wê tayîn bike bê Swêd wê beşdarî şampîyonîya cihanî ya 2014ê ku li Brezîlya bibe yan na.

Eger Swêd 1-0 bistîne maç dê bê dirêjkirin û biçe penaltîyan. Yan na divê Swêd bi du golan li pêşîya Portugal be ji ber ku Portugal di saheya xwe de lîstik 1-0 qezenc kiribû.

Bi encama maça îro re herwiha wê dîyar bibe bê kîjan ji du lîstikvanên cîhanê yên herî baş Zlatan Ibrahimovic yan jî Cristiano Ronaldo wê nikaribin biçine Brezîlya û em ê wan di şampîyonîyê de nebînin.

Swêd bi van lîstikvanan dest bi lîstikê dike:

Andreas Isaksson


Mikael Lustig
Per Nilsson
Mikael Antonsson
Martin Olsson


Sebastian Larsson
Rasmus Elm
Kim Källström
Alexander Kacaniklic


Johan Elmander
Zlatan Ibrahimovic