Hevaltîya bi Felicia re

6:48 min

Li hemû bajarên Swêdê, bi taybetî jî yên mezin yên wekî Stockholm û Göteborgê em wan dibînin. Jin û zilamên destê xwe vedigirin. Piraniyek ji wan roman in û ji welatên rojhilatê Ewrûpayê hatine Swêdê ku ji bo malbatên xwe, zar û zîçên xwe pare berhev bikin. Sara Oloasson, bi yek ji wan ên destê xwe vedigirtin re bû heval.

– Ev demeke dirêj e ez Feliciayê dibînin. Ez her roj dema diçim kar li ber wê re derbas dibim. Gelek zehmet e mirov li beramberî kesên destê xwe vedikin nêzîkbûnek nîşan bide. Mirov xwe destgirêdayî hîs dike, nikare ji bo wan tiştek bike. Ji ber vê yekê min hîn rojan, ji bo bi Felicia re rûbirû nebim, rêya xwe diguherand, dibêje Sara Olausson.

Ev çend meh in Felicia li pêş derîyê Tunnelbana ya îstasyona Liljeholmen a Stockholmê rûdine û destê xwe vedigre. Porên wê reşin û wê kazaxek qalin li xwe kiriye û betanîyek li çaqên xwe lefandîye. Li pêş wê taseke kaxizîn heye. Têde hinek pare hene. Hinek kes jî tû dikine wê. Lê piraniya kesan wekî Sarayê li aliyeke din dinêrin. Lê rojek tiştek pêkhat ku vê rewşê guhert.

Sara behs dike ku rojek kurê wê yê pênc salî tasika pareyan ya Feliciayê hilda û min ji wî re got ku bila tasikê deyne erdê. Lê Feliciayê ji tasika xwe pênc-kronek derxist û da kurê min. Vê yekê kir ku hezkirineke min ji bo wê çê bû û roja din ez li kêleka wê daniştim, dibêje Sara Olausson.

Nexweşiyeke Felicia ya gurçikan hebû. Ew û zilamê xwe di konekê de li daristanê diman.

Piştî ku hevaltiyek navbera Felicia û Sara de peyda bû ew nikarîbû qayîl bibe ku ew li nav daristanê razin. Û niha ew li mala Sarayê li odeya zaroka wan de li ser doşekek radizin.

Felicia û Sara bi îşaret û peyvên nivîsandî hewl didin bi romenî û swêdî hevûdû re bidin û bistînin.

Felicia van rojan dê vegere Romanyayê ji bo ku zarokên xwe bibîne. Aliyê herî xedar yê destvekirina li Swêdê dûrbûna ji zarokan e dibêje Felicia û dema behsa zarokên xwe dike girîyê wê tê.

Felicia bi xwe roman e û ji gundekî xizan yê Romanyayê tê. Ew salek berê bi armanca peydakirina karek hat Swêdê. Lê piştî ku kar nedîtin ji neçarîyê destê xwe vegirtin. Rojê derdora sed kronî dikeve destê wê. Lê ew ji ber destvegirtinê gelekî fedî dike.

Felicia dibêje ew ciwan û li ser xwe ye. Hêj 28 salî ye û dikare kar bike, lê kar nîn e. Zilamê wê Janus nedixwest destê xwe vegire, ji ber vê şûşeyên û qutiyên pet berhev dike. Rojê hinek zêdeyî sed kronî jî dikeve destê wî. Pareyê ku piştî mesrefên wan yên li Swêdê dimîne her hefte dişînin ji malbata xwe ya li Romanyayê re.

Sara Olaossonê bi rêya Facebookê ji bo Feliciayê di nav mehekê de 13 hezar kron pare berhev kiriye. Di saya van pareyan de dê Felicia karibe gavek leztir vegere gundê xwe û li cem zarokên xwe. Ewê karibe ji wan pêlav û kinc bikire, ji malê re êzing bistîne û deynê dukkandaran û heqê rêya hatinû û vegere Swêdê bide.

Lê gelo çi ferq dike ku, dema ewqas kes destê xwe vedigirin, mirov alîkariya kesek bi tenê bike? Sara Olaosson dibêje rast e gelek kes vî tiştî ji min re dibêje.

Lê ez encax dikarim alîkariya yekî bikim. Ez jinek bi sisê zarokan im û karek min jî heye. Ez nikarim alîkariya hemû kesan bikim. Ez bûm hevala Feliciayê. Lê naxwazim jî xelk ji min bipirse ka ez çima alîkariya mirovek bi tenê dikim. Vê pirsê ji min nekin, hun bi xwe jî alîkariya yekî bikin.

Hedefa Sarayê ew e ku ewqas pare berhev bike ku Felicia û zilamê wê karibin li gundê xwe bibin xwedî kar û ji kesên din re jî kar peyda bikin. Lê Felicia ne bawer e xeyala wê ya peydakirina karekî li vir yan jî li Romanyayê pêk were. Dema çend meh paşê vegeriya Swêdê ewê dîsa li quncika xwe ya li Liljeholmenê rûne û destê xwe vegire.

Dema hevpeyvîna bi Felicia bi dawî dibe tercûman Marius Gaspar dixwaze tiştek bibêje. Ew bi xwe çar sal berê hat Swêdê û bêmal bû. Mirovek alîkariya wî kir û jê re got. Dema tu bi xwe xurt bûyî û karî li ser lingên xwe bisekinî soz bide ku tu jî alîkariya mirovekî xizan bikî. Û Felicia dibêje rast e, mirov nikare alîkariya her kesî bike lê ji kesekî re dikarî bibî alîkar û gava rewşa wê baştir bû ewê jî alîkariya yekê hewcedar bike.