Fredrik Reinfeldt Foto: Henrik Montgomery/TT

Reinfeldt: Rûsya li hember Swêdê ne tehdît e

Parastina Swêdê
6:24 min

Fredrik Reinfeldt dibêje hikûmeta wî şîyana parastina Swêdê bihêztir kiriye û ew tevî temrînên berfireh yên Nato dibin, bes tu pilana wan ya endamtiya Natoyê nîne.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt di axavtina xwe ya di konferansa Folk och Försvar ango Gel û Parastin de ku li Sälen hate li dar xistin got:

– Hikûmeta me kir ku Swêd kete nav hêzên lezgîn yên Natoyê. Lewra em di hin temrînên pêşketî û berfireh yên Nato de beşdar dibin, lê endamtiyeke Nato di rojeva Swêdê de nîne. Di meclisa Swêdê de ji bo endamtiyê piştgiriyeke xurt nîne. Bes dîsa jî bi hevkariya me ya heyî em dikarin bi dewletên din yên Natoyê re destekê bidine aştî û ewlekariya navnetewî.

Lêkolîneke raya giştî ya ku Dezgeha Amadekarî û Parastina Civakî (MSB) kiriye nîşan dide ku herçend hêj piraniya swêdiyan li hemberî endamtiyeke Natoyê ne jî li gor berya du salan piştgiriya ji bo endamtiyê zêde bûye. Halê hazir %40ê swêdiyan li hember endamtiyê ne û ji %36 alîgirên vê rêxistina leşkerî ne ku DYA serkêşiya wê dike.

Di van salên dawî de şîyan yan kapasîteya parastina Swêdê rastî rexneyên tûj tê ku di rojên giran de ew ê nikaribe welêt biparêze. Di dawiya sala par de di raporeke çavdêriya netewî de dihate nivîsandin ku alav û karmendên hêza parastinê têr nakin. Rojnameya Svenska Dagbladet di gotareke xwe ya dawiya hefteyê de dinivîsîne ku halê hazir sîstema çekên parastinê ji wextê birêvebiriya Sosyaldemokratan lawaztir e. Bes serokwezîr Reinfeldt li Sälen îdia kir ku di dema birêvebiriya hikûmeta wî de parastina Swêdê bi hêztir bûye.

Îcar gelo kî rast dibêje? Parlamentera Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) Annika Nordgren Christensen ku herwiha berdevka partiyê ya pirsên ewlekariyê ye vê îzahê dike:

– Li gor daxwaza xwe mirov dikare encamên cuda derîne. Ji hin aliyan ve kapasîteya parastinê bihêztir bûye. Wek nimûne di karê îstixbaratî de û serokwezîr di vira de rast dibêje. Lê eger mirov behsa xweragiriya parastinê bi giştî bike hingî ew zeîf bûye.

Xuya ye gotûbêjên li ser şîyana hêza parastinê tesîr li raya giştî jî kiriye. Dezgeha Amadekarî û Parastina Civakî (MSB) di rapirsiyeke nû de nîşan dide ku pêbaweriya bi hêza parastinê di van salên dawî de kêmtir bûye. Berya sê salan pêbawerî ji %40 bû lê îro ew daketiye %26.

Lê bi raya serokwezîr Fredrik Reinfeldt sebeba vê yekê ne sîyaseta hikûmeta wî ye.

– Gelek hêsan e mirov bi çavekî heyama berê li parastinê binêre. Wek nimûne ew kesên ku xizmeta eskerî kirine bi çavê ku wan dîtiye lê dinêrin û li gor wê vê heyamê jî dinirxînin. Wext lazim e heta ku mirov bi pêşketina nû dihese.

       

Tê texmîn kirin ku temrînên leşkerî yên rûsî li herêma Baltîkê tesîrê li raya giştî ya Swêdê dikin. Temrîna mezin ya bi navê ”Zapad” ku par payîzê ji aliyê Rûsya ve hate li dar xistin bû sedema gelek reaksîyonan. Lê serokwezîr Fredrik Reinfeldt radigihîne ku ew Rûsya wek tehdîtekê nabînin.

– Belê rast e, piştî demeke ku alavên parastinê yên Rûsya rizîbûn wê niha ji nû ve dest bi xwebiçekkirinê kiriye. Lê derdorê tevahiya tixûbên xwe Rûsya bi hin dijwariyên sîyasî û ewlekarî dihese. Û ez dikarim îdia bikim ku tenê aliyê ku dilê wan pê rehet e tixûbê rexê me ye.

Û Reinfeldt bi berdewamî dibêje:

– Tu amadekariyên ne Rûsya ne jî welatekî din nînin ku êrîşê Swêdê bikin. Heta ku nirxandin bi vî awayî be em ê rengê parastinê neguherin.

Lê pispora parastinê Annika Nordgren Christensen dibêje hikûmet di vê nêrînê de ne yekfikir e û fikrên cuda hene:

– Bi qasî ku ez dibînim nêrîna li hember Rûsya ya hikûmetê û wezaretan ji ya partiyên biçûk yên di hikûmetê de cuda ye. Nêrîna Sosyaldemokratan û muxalefetê jî ji ya wan cuda ye. Ew di wê baweriyê de ne ku mirov ji xwebiçekkirina Rûsya gereke encameke din derîne. Ev jî dibe sebeba xumamiya daxuyaniyan.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sr.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".