Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
CECILIA MALMSTRÖM

YE dixwaze ciwanan ji ekstremîzmê biparêze

Rîska terorê bi şerê Sûrîyê re bilind bûye
5:39 min
Komîsera Yekîtiya Ewrûpayê Cecilia Malmström. Wêne: Geert Vanden Wijngaert/TT.

Ewrûpa gerek e li hemberî rêxistinên şîdetxwaz helwestên xurt bigire û ciwanan ji wan star bike. Komîsera Yekîtiya Ewrûpayê Cecilia Malmström bi armanca parastina ciwanan ya ji rêxistinan şîdetxwaz sibê rêzek tewsîye pêşniyaz dike.

– Tehdîta herî mezin ji rêxistinên ekstremîst yên rastgir tê, weke mînak li Yûnanistan, Bulgarîstan û Macarîstanê, dibêje Cecilia Malmström ku li Komîsyona Ewrûpayê komîsera pirsên koçberî û penaxwazî û xebata li dijî tewankarîya rêxistinî ye.

Bi wan rêzek tewsîyeyê ku ew ê sibê pêşkêş bike dixwaze hêsantir bike ku mirov karibe pêşî li wan ciwanan bigire ku li ser rê ne tevlî rêxistinên şîdetxwaz bibin.

Bi ya Cecilia Malmström ku her weha komîsera pirsên ewlekarîyê ye dhem di nav ekstremîzma rastgir û hem jî ya çepgir de radîkalîzm bi pêş ve diçe. Ew her weha destnîşan jî dike ku problemeke din jî îslamîzma şîdetxwaz e, ku bi şerê li Sûriyê ve girêdayî li Ewrûpa bi pêş dikeve.

– Li gorî nirxandinan îro li Ewrûpayê 1 500 kes hene ku dixwazin biçin Sûriyê û li wir tevlî şer bibin. Hîn ji wan bi paş ve tên, ew li wir radîkal bûne û li vir pîlana çalakîyên terorî dikin. Elbet ne hemû kesên çûne Sûrîyê wisa ne, lê hîn ji wan li ser vê rê ne û ji hêla ewlekarîyê ve rîskeke mezin in, bi ya komîser Malmström.

Şefê îstixbarata swêdî Säpoyê Anders Thornberg di semînera parstina gel ya li bajarê Sälenê de duh got heta niha 75 kes ji Swêdê çûne û tevlî şerê li Sûriyê bûne. Hejmara kesên li wir tevlî rêxistinên nêzî El Qaîdeyê dibin her diçe zêdetir dibe û wisa xuyaye ku dê çûndina Sûriyê ya bi armanca tevlîbûna şer kêmtir nebe, bi ya şefê Säpoyê:

– Gelek welatên din yên Ewrûpî tedbîrên cûda li hemberî îslamîyên şîdetkar girtine – weke mîna sûc e mirov biçe kampên perwerda terorê, û kesên tevlî van karan dibin dikarin pasaport û statûya xwe ya hemwelatîtîyê wenda bikin. Lê qanûnên swêdê rê nade tedbîrên wisa, bi ya Ander Thornberg.

Gelek ji wan kesên tevlî şerê li Sûriyê bûne û vegerîyane Swêdê di bin çavdêrîya Säpo de ne bi ya Anders Thornberg.

– Em xebateke îstixbarî dimeşînin da ku aşkera bikin ka kesên vegerîyan e pîlana çalakiyên terorî dikin yan jî bi awayên din yên wekî rêxistinkirina şervanên nû xebatê dimeşînin yan na. Şefê säpoyê Anders Thornberg dibêje nirxandina me ew e ku di halî hazir de piraniyeke mezin ya ji wan kesên vegerîyane li swêdê pîlana sûiqest û çalakiyên terorî nakin.  

Bi armanca dûrxistinan ciwanan ji rêxistinên şîdetxwaz Komîsyona Ewrûpayê bang li hemû welatên Yekîtîyê dike ku xebatên ji bo dev-jê-berdana rêxistinên ekstremîst û tundetûj bi pêş bixin. Yanî derfetan çêbikin ku endamên van tevgeran karibin ji wan veqetin û bi awayeke ewle dest bi jîyaneke nû bikin.

Sazîyek ku di vî warî de heta îro xebatek serkeftî kirî ye Fryshuset ya li Stockholmê ye ku ji sala 1998’an ve alîkarîya wan mirovan dike ku ji rêxistinên ekstremîst birevin yan jî ji wan veqetin. Berpirsê xebata Frysthusetê Robert Öhrell ji nûçeyên radyoya Swêdê, Ekotê re dibêje di halî hazir de ew alîkarîya 15-20 mirovên ji rêxistinên ekstremîst yên rastgir dikin ku dev ji tevgera xwe berdin.

Sala pêş me dê Yekîtiya Ewrûpayê navendeke zanîyarîyê ya ewrûpî ava bike. Ev navend dê bi armanca têkoşîna ekstremîzma şîdetkar destekê bide welatên endam û rêvebirîyên herêmî li Ewrûpayê.

Bi ya Cecilia Malmström dê Yekîtiya Ewrûpayê her weha ji bo perwerdekirina berdewamî ya polês û xebatkarên sosyalê di butçeya xwe de pare veqetîne. Armanc ew e ku mirov gavekî lez xortên ber bi rêxistinên tundetûj de diçin bibîne û rê li ber wan bigire.

Ev çend sal in li Ewrûpayê toreke antî-radîkalîzekirinê heye. Di vê torê de 700 kes cîh digirin, hem polês û hem jî serokên olî, ku hewl didin tundîya ciwanan sist bikin. Lê komîsera Yekîtiya Ewrûpayê Cecilia Malmström nikare bibêje ka heta niha çiqas encamên berçav hatine girtin.

– Gelek zehmet e mirov nirxandinek bike ka heta niha pêşî li ber çend kesan hatiye girtin ku çalakîyên terorî li dar nexin yan jî bi kiryarên şîdetê ranebin. Em îro li Ewrûpayê dibînin ku hîn partî hene ku şîdet û terorê kirine nav rojeva xwe ya sîyasî – weke mînak li Yûnanîstan û Macarîstanê. Pêdiviya bi xebatek li dijî vana dê di dema nêzîk de kêmtir nebe, dibêje Cecilia Malmström.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".