Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wezîrê berê yê parastinê Anders Björk (M). Wêne: Charlotte Kärnerud/Sveriges Radio.

Hikûmeta Swêdê westîya ye!

"Ne bes e mirov bac kêm bike"
6:01 min

Pêdiviya partiya muhafezekar (Modereterna) bi fikrên nû yên îdeolojîkî hene. Vê tespîtê kevnesîyasetvan Anders Björk dike û dibêje partiya moderat ku bi partiyên din yên rastgir re welêt rêve dibe ji karê xwe westîya ye.

– Pêdivîya wan bi fikrên nû yên îdeolojîkî heye, lê her weha gereke xwe hişyar û nûjenkar nîşan bidin. Pêwîst e nişan bidin ew ji hikûmkirinê newestîyan e. Ev westandin bi ya min bû sedema daketina hikûmeta sosyaldemokrat ya sala 2006.  Bi ya Anders Björk îro li cem hikûmeta serkêşîya moderat westandinek heye.

Pirsa guhrenkarî û nûjenkarîyê ne tenê meseleyekê hikûmeta ser kar e, her weha pêwîst e Sosyaldemokrat jî bi awayeke berçav nîşan bidin ku ew guhrenkar in. Vê yekê seroka berê ya sosyaldemokrat Mona Sahlin dibêje:

– Pêdiviya guhrenkarîyîn caran dijminê me ye. Partiya me weke temsîlkarê berdewamîyê, kevneşopî û îstikrarê tê dîtin. Guhertinan weke dijmin dibîne. Niha gerek e em daxwaza guhrenkarîyê bikin dostê xwe. Heger em di warê guhrenkarîyê de pêbaweriyek peyda nekin emê her weha nikaribin di siyaseta peydakirina kar û pêşxistina dibistanan de jî pêbaweriya xelkê qezenc bikin û pê re di hilbijartinê de bi serkevin, dibêje Mona Sahlin.

Partiyê swêdî tên rexnekirin ku ji hev ne cûda ne. Piraniya partiyan û bi taybetî jî sosyaldemokrat û muhafezekarên moderat gelek nêzî hev bûne. Ji ber vê yekê Mona Sahlin dibêje gerek e sosyaldemokrat nîşan bidin ku ferqek navbera wan û partiya moderat de heye.

– Tiştê xuyakar dê ew be ku sosyaldemokrat nîşan bidin ku di pirsa kar û dibistanê de ferqeke wê ji yên din heye. Ji bo vê jî gereke ew mesajên xwe yên di vî warî de gelekî zelal bikin, dibêje Mona Sahlin.

Di mesela ferqiyet û cûdatiya nav partî û bereyên çep û rast yê di siyasetê de Anders Björk jî bi Sahlin re hemfikir e ku hemû partî tiştên nêzî hev diparêzin. Tenê partiya Demokratên Swêdê di vî warî de jêhatîne ku nîşan bidin ew partiyek cûda ne, dibêje Anders Björk.

– Wisa xuya ye hemû partî ber vi navendê ve baz didin û ev jî ferqîyetê ji holê radike. Ji bo moderatan tiştê girîng pêkanîna guhrenkarîyekê bingehîn e. 

– Ne bes e ku mirov baca kesên kar dikin kêm bike dibêje Björk. Her weha hikûmeta bi pêşengiya moderat gereke nîşan bide ku ew dikarin civak rêve bibin û weke mînak lênêrîna extiyaran baştir kar bike.

Seroka berê ya partiya sosyaldemokrat Mona Sahlin dibêje gereke partiya wê gelekî konkret û siyasetên berçav bide pêş xwe. Weke mînak zêdekirina hejmara mamosteyan û kêmkirina hejmara şagirtan li sinifan. Tiştên dibêjin gereke konkret bin. Lê her weha ji tirsên cûda yên civakê re jî çareseriyan bînin.

– Weke mînak li Stockholmê ciwan li serê dê û bavê xwe bûne bela. Ciwan ne dikarin xanî peyda bikin û ne jî kar û li malê li cem dê û bavên xwe dimînin. Ji ber vê yekê dê di hilbijartina îsalî de leyîstikên sîyasî zêde cîheke sereke negire – dê pirsên gelekî rastiqîne ku li ser jîyana însanan bandorek mezin dike derkefin pêş.

– Ev car dê pirsên wekî nijatperestî, kêmasiya xaniyan, ferqiyeta navbera partiyan, pêbaweriya bi siyasetê – ew pirsên gelek rastiqîne dê qedera hilbijartinê xuya bike, bi ya Mona Sahlin.

Meseleyeke din jî alternatîfên hikûmetê ye. Serokê partiya sosyaldemokrat hîna jî naxwaze diyar bike ka gelo ewê di hikûmeteke sorekesk de cîh bide partiya çep yan jî ewê bi partiyên rast gir re koalisyonek çê bike. Lê Anders Björk ne di wê baweriyê de ye ku hikûmeteke koalisyonê ya ji partiyên çep û rastê mimkûn be.

– Li Swêdê kevneşopiya koalisyonên mezin yên navbera partiyên ji bereyên cûda tune ye, dibêje Anders Björk ji bernama P1-morgon ya Radyoya Swêdê re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".