Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

SJ milyaran kron radizîne rêyên hesinî

SJ hêza xwe ya reqabetê xurt dike
5:33 min
Trênên X2000 dê werine nûkirin. Wêne: Fredrik Persson/TT.

Şîrketa rêyên hesinî yê Swêdê SJ îro yek ji sermayerazandinên herî mezin ya di dîroka xwe ya 150 salî de aşkere kir. Malîyeta vê ticaretê 3,5 milyar kronî ye. Rêvebirên şîrketa SJ di derbarê vê ticaret û sermayerazandina mezin de îro civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevkarê me Zana Schiroyi li civîna çapemeniyê guhdarî kir.

Zana, dê SJ bi sisê milyar û nîvî çi bike?

Ev sisê milyar û nîv bi temamî dê ji bo nûjenkirina 36 trênên lez yên X2000 yan jî bi navê xwe yê nû SJ2000î were serfkirin. Her yek ji van 36 trênan şeş vagonên xwe hene. Û ev trên bi taybetî jî navbera Stockholm-Göteborg, Malmö û Stockholm-Sundsvallê de diçe û tê. Dê hem deknîka van trênên lez were nûkirin û hem jî komfora di hundirê trênan de, yanî ji qenepe û desayna trênê bigire hetanî girêdana bi înternetê re dê were nûkirin.

Ev trênên SJ2000 20 sal kevinin û bi vê nûkirinê re dê heta 20 salên din yên pêş me karibin bijîn.

Ev trênên lez yên SJ2000 dê çawa were nûkirin, tîcareta vê bi kê re ye?

Belê, ji van sisê milyar û nîvî dê nêzî milyar û nîvî bidin şîrketa Asea Brann Boweri, ABB. Ewê teknîk û sîstema vê trêna SJ 2000 nû bikin. Weke bê zanîn şîrketa ASEA ji destpêkê ve 20 sal berê van trênan çêkiribûn. Pareyê din jî dê ji bo komforê û dezayna nû ya hundirê trênê were serfkirin. Yanî weke, dîrektorê SJ îro di civînê de got, dê rêwî trêneket temamî nû sûwar bibin.

Trënên nûjenkirî dê kengê derkeve sefera xwe ya nû?

Trênên pêşîn dê sala 2016 û ta 2018’an dê hemû 36 trênên SJ2000 hatibin nûjenkirin.

Gelo SJ çima vê sermayerazandinê niha dike?

Belê Nasir, dîrektorê gîştî yê SJ Crister Fritzon bersiva vê pirsê di civîna çapemeniyê de da.

Crister Fritzson dibêje êdî aktorên nû yanî şîrketên nû yën prîvat jî êdî li ser rêyên hesinî yën Swêdê seferên trênan dikin û SJ ku şîrketeke dewletîye gereke karibe li hemberî wan reqabetê bike. Dê SJ bêtir bi deqîq be û standarta xwe bilindtir bike. Wekî din gereke trên li beramberî balafirên erzan û otomobîlan jî reqabetê bike. Hejmara kesên bi trênê seferê dikin jî bi sedî 50 zêde bûye û 3 salên pêş me dê bi sedî 15ê din jî bêtir bibe.

Ji bo vê SJ her tiştê trêna SJ2000 diguherîna û nû tike, yanî dê tenê qalikê trênê – yanî tenê karosera wê neyê guhertin.

Wê demê çima SJ trênên nû nakire lê di şûna wê de  yên kevin nû dike?

Ev pirseke baş e, û dîrektorê SJ Crister Fritzson bersiva vê pirsê jî da. 

Crister Fritzson dibêje wan li Ewrûpayê hemû trênên lez ceribandine û gihane wê qeneetê ku trêna SJ 2000 ji bo jêrxana Swêdê herî baş e, û her weha trêna herî baş ya ji bo şertên zivistana serma ya Swêdê ye. Wekî din jî di rêyên hesinî yên Swêdê gelek fitlonek û zîvronek hene û tenê vagonên SJ2000 jî wisa hatine çêkirin ku dikare bi meyil be ku karibe van rêyên bi vîrajên tûj de seferê bike. Sebebek din jî parastina jîngehê tê nîşandan, xurdekirina van trênan dê bi ya SJ gelekî zerarê bida jîngehê.

Gelo ji vê sermayerazandina SJ ya sisê milyar û nîvî kî wenda dike?

Li gorî rexneyan û hîn spekulasyonan dê trênên herêmî zerarê bikin – her weha trênên banlijö ku jê re dibêjin Pendeltåg, ji ber ku di dereceya pêşîn de ewê rê bidin van trênên lez û ji ber vê jî dê herweha trênên bar radighînin û yên herêmî derengtir bimînin.

Lê ev nûkirina trênên lez her weha daxwaza hikûmetê ye jî ji ber ku ew dixwazin ragihandiniya navbera bajarên mezin yên wekî Stockholm, Malmö, Göteborg û Sundsvall bi berdewamî baş be – ji ber ku ev bajarên mezin ji hêla aborî ve gelekî mezin dibin û pêdiviya wan sereke ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".