Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Hîşyarîya Dereca 1

Berf û ba trafîk asteng kir

Li pira Öresundê ya navbera Swêd û Danîmarkayê leza wesayîtan hat daxistin.

Daîreya metrolojîyê SMHI li parêzgehên Halland, Blekinge, Skåne û Kronobergê hîşyarîya nizim a dereca 1 da. Berfa zêde û bayê bi şid li rêyên başûrê Swêdê bû sedema gelek astengîyan. Îşev û serê vê sibê rêzek qeza çêbûn û di gelek rêyan de çûn-û-hatin asê bû.

Daîreya trafîkê ya gîştî jî li heman parêzgehan hişyarîya qeşagirtina rêyan da. Rewşa hewayê ya xerab bû sedem jî ku navenda trafîkê ya pira Öresundê ya navbera Swêd û Danîmarkayê leza wesayîtan daxîne herî zêde saatê 50 kilometreyî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".