Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

40 sal paşê ji S derbasî V bû

Sîyasetvan û karmendê bilind yê sosyaldemokrat Björn Fries piştî endametiyeke 40 salan dev ji partiya xwe berda û derbasî patiya çep bû. Fries ji Aftonbladet re dibê partiya çep bêtir giranî dide nirxên însanî.

Mijdara sala çûyî jî navdarek din, ombudsmanê yeksanîyê parêzer Claes Borgström derbasî partîya çep bûbû.

Björn Fries rêvebirtîya şaredarîya Karlskronayê kiribû û salên navbera 2002 û 2008 bi wezîfekirina hikûmeta sosyaldemokrat wezîfa koordînatorîya têkoşîna li dijî narkotîyê meşandibû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".