Lêpirsîna derbarê DN de betal bû
Mifetîşê hikûmetê yê hiqûqî, JK, lêpirsîna di warê binpêkirina erka nehênîtîyê ya rojnama Dagens Nyheterê de betal kir. Rojnameyê qeyd- û lîsteyên bê-qanûnî ku polêsê parêzgeha Skåneyê di derbarê romanan de amade kiribû, aşkera kiribû.
Mifetîşê hikûmetê yê hiqûqî li ser vê yekê lêpirsînek dabû destpêkirin ka diyar bike gelo ev belgeyên fermî yên li ser romanan bi awayeke şaş gihandine rojnameyê.
Di biryara xwe de Mifetîş Anna Skarhed ji rojnama Dagens Nyheter re dibêje hîna jî sedem hene ku mirov bigihe wê encamê ku agahî bi rêbazên şaş hatine gihandinê rojnameyê. Lê ji ber ku berjewendiyên takekesan zerarê nedîtîye ev lêpirsîn tê betalkirin.