Cihê penaberên kotakirî kêm bûne

Swêdê di sala 2007 de qebûl kir ku her sal 1900 penaberên ji aliyên Neteweyên Yekbûyî ve hatine kotakirin qebûl bike. Lê rojnama Svenska dagbladet dinivîsîne ku piranîya wan cîhên ku dê ev penaber lê bihatana hewandin wenda bûne.

172 kesên ji kotaya sala çûyî îsal gihan Swêdê û li cihê wan penaberên ku dê îsal bihatana hatin bicîhkirin. Partîyên çep, kesk û lîberal daxwaz dikin ku kota werin sererastkirin û di şûna yên wendabûyî de cihên nû bên dîtin. Lê wezîrê koç Tobias Billström ji rewşê razî ye û dibêje ew karîbûne ji sedî 97ê penaberan bînin Swêdê û wan li vir bicîh bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista