Cezayê şîdeta sîyasî dîvê girantir be

Şîdeta sîyasî gereke bi awayeke girantir were cezakirin. Ji ber vê hikûmet lêkolînek dide destpêkirin ji bo ku temaşe bike ka dadgeh tehdît û şîdeta li hemberî sîyasetvanan çawa dadirezînin.

Cotmeha derbasbûyî sîyasetvanek sosyaldemokrat yê li şaredarîyek ji ber ku biryara girtina dibistanek dabû li mala xwe hat lêdan. Di kanûnê de jî endamek aktîf yê Demokratên Swêdê li mala xwe bû hedefa êrîşeke bombeyî.

Wezîra demokrasîyê Birgitta Olsson dixwaze asta cezayê wan kesên siyasetvan tehdît dikin bilind bike.

– Weke mînak, heger sîyasetvanek biryara bi zorê girtina bin çavdêrîyê ya zarokak bide xwedî heman parastinek ya wek karmendekî ye. Lê ne heger ku ew biryara girtina dibistanek bide. Ji bo vê gelekî giring e ku mirov sîyasetvanek û karmendek wekhev bigire.

Lêkolîn dê 1ê hezîrana 2014 bi dawî be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".