Li parêzgeha Stockholmê rê hatin girtin û qeza çêbûn. Wêne: Niklas Axelsson/SR.

Berfa zêde rêyên bajaran asê kirîye

Rewşa hewayê di nava rojê de bi barana gelek berfê xerabtir bû û di encamê de gelek rê li bakûrê Swêdê lê her weha parêzgeha Stockholmê hatin girtin.

Li rêyên ber bi hundirê bajarê Stockholmê ve trafîk gelek caran asteng bû û qeza çêbûn. Gelek kamyon di rê de asê mabûn, radighîne redaksiyona trafîkê ya Radyoya Stockholmê.

Li parêzgeha Västernorrland pira Högakustenbron ya li başûrê Härnösand û Sundsvalê asê bû.

Vê êvarê dê barana berfê ya li peravên Roslagskusten zêde bibe û kêmasî 20 cm dê ber bibare. Ji ber vê yekê Daîreya metrolojîyê SMHI li herêmê hişyarîya dereca 1 daye, ku hîn fonksîyonên civakî dikarin bandoreke nebaş bibînin.

Lê piranîya wê berfa ku divê bibara barîya ye û Lisa Frost li SMHI radighîne ku dê roja şemîyê rewşa hewayê bêtir aram be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista