Mizgefta mezin ya li Stockholmê yek ji wan e ku herî zêde dibe hedefa zerardan û taadayê. Wêneya guhdarek: Mahmoud Khalfi.

Tewanên li dijî mizgeftan dê bê pêşdarîkirin

"Em gilîyê êrîşan nakin"
4:00 min

Tewanên li dijî mizgeftan dê werine pêşdarîkirin. Ev dê di qada netewî de ji aliyê Cemeatên bawermend yên musluman ve bê kirin û ji alîyê Weqfa dewletê ya alîkarîya cemeatan ve were fînansekirin.

Di nav sala derbasbûyî de jimarek mizgeft û lokalên nimêjê bûne hedefa tarûmarkirin, taada û gefan. Li ser derî û dîwarên mizgeftan xaça nazîyan tê nivîsandin û goştê beraz tê avêtinê hundirê mizgeftan.

Helena Hummastren ku seroka Konseya Muslumanên Swêdê ye dibêje gelek ji komeleyên muslumanan di lokalên wisa de ne ku heger êrîşek bi ser wan de biçe yan jî werine sotandin tu ewlekarîya mirovan li wir tune ye.

– Her kêlîyek dikare zerarek cidî pêk were yan jî kesek bê kuştin.

Heta îro pêşdarîkirineke êrîşên li ser mizgeftan li Swêdê nehatîye kirin. Yanî reqem û îstatîstîkên fermî yên di vî warî de jî tunene.

Lê lêkolînek ku çar sal berê li zaningeha Mitthögskolan hat kirin nîşan dide ku çar ji deh mizgeftan bûne hedefa êrîş û tewankarîyan.

Li ser derî û dîwarên mizgeftan xaça nazîyan hatiye nivîsandin. Camên wan hatine şikandin  û goştê beraz hatîye avêtinê li ber yan jî hundirê mizgeftan.

Huseyîn Muhamed Şakir serokê mizgefta taxa Hallunda ya li derveyê bajarê Stockholmê ye. Mizgeft sala 1992’an hat avakirin. Lê êdî êrîşên li hemberî me bûne tiştek normal, dibêje Şakir.

Ew tîne bîra xwe ku rojek dema bi dehan kes li mizgeftê bûn hinekan ji dû alîyan ve kevirên mezin avêtin hunder. Camên penceran şikîyan û dema mirovên li wir hazir xwestin derkevin derve dîtin ku hîn kesan derî ji derve ve astengkirine û li hundir panîk çê bû. Mirovek ku kevir li pişta wî ketibû rakirin nexweşxaneyê.

– Gelek carên din jî hinekan zerarê dane mizgeftê, lê em giliyê van bûyeran li cem polês nakin. Hem polês û hem bê sebeb diwestin, dibêje Şakir.4

Li gelek herêmên din jî êrîş çûye ser mizgeftan. Salimê ku rêberê bawermendên şîa li bajarê Trollhättanê ye rojek dema hat mizgeftê li ber derî serîyek jêkirî ya berazek dît.

Li ser derîyên mizgefên li Medborgarplatsen a  Stockholmê û ya Flenê jî xaçên nazîyan hatibû xêzkirin.

Lê gelek ji mizgeftan naxwazin giliyê bûyeran bikin û naxwazin li ser van bûyeran nîqaş bê kirin. Ji ber ku ew bawer in wê demê ewê bibin bêtir êrîş û tewanên nefretê.

Ismail Okur, serokê mizgefta taxa Fittjayê ya Stockholmê dibêje em naxwazin bala dijberan bikşînin ser xwe.

– Em li welatek musluman najîn û ji ber vê gereke em hinek bêdeng tevgerin.

Helena Hummastren seroka Konseya Muslumanên Swêdê ye û dibêje gelek ji lokalên nimêjê yên  muslumanan di lokalên wisa de ne ku heger êrîşek bi ser wan de biçe yan jî ew werine sotandin tu ewlekarîya mirovan li wir tune ye.

Bi ya Helena Hummasten gelek ji mizgeft û komeleyên muslumanan feqîr in û pareyê wan tune ye ku ewlekarîya li lokalên xwe pêk bînin. Wê serî li gelek lokalên nimêjê daye û dibêje li jimarek ji wan – heger agir derkeve - rêyên revê tune ne.

– Gelek kes naçin nimêja roja înê, ji ber pir kes têne xutbê û ji ber vê yekê tirs heye ku heger bûyerek biqewime ewê nikaribin derkevin derve.

Bi ya Helena Hummasten gelek ji mizgeft û komeleyên muslumanan feqîr in û pareyê wan tune ye ku ewlekarîya li lokalên xwe pêk bînin. Wê serî li gelek lokalên nimêjê daye û dibêje li jimarek ji wan – heger agir derkeve - rêyên revê tune ne.

– Gelek kes naçin nimêja roja înê, ji ber pir kes têne xutbê û ji ber vê yekê tirs heye ku heger bûyerek biqewime ewê nikaribin derkevin derve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".