Endamên civîna muxalefeta Sûrîye di civîna Stenbolê de. Foto: TT.

Swêd jî beşdarî konferansa Cenevre dibe

Cenevre2 û kurd
13 min

Roja çarşemê li bajarê Cenevre li Swîsre konferanseke mezin li ser rewşa Sûrîyê tê lidarxistin. Tê çaverêkirin ku derdorê 30 dewlet beşdarî konferansê bibin û yek ji van dewletên ku hatiye vexwendin û wê beşdar bibe jî Swêd e.

Du endamên Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûrîyê dê temsîla Rojavayê Kurdistanê di konferansa Cenevre ya li ser Sûrîyê bikin.

– Partiyên Rojava gişt berya niha li Hewlêrê li ser hin xalan li hev hatine û encûmen wê di konferansê de daxwaza pêkanîna van xalan bike.

Hevpyeyvîn bi endamê Encûmena Niştimanî ya kurd Ahin Abas û endamê komîteya siyasî ya Koalîsyona Sûrîyê Evdilbasit Seyda re.

Ji bo hevpeyvînan li rapora dengî guhdarî bike!


BESIR KAVAK
besir.kavak@sr.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".