Hêviyên Swêdê ji Cenevre2 kêm in

Swêd û Cenevre2
6:44 min

Li Sûrîyê roleke kurdan ya girîng heye. Girîng e mirov ji bo komên din yên heyî jî vekirî be, wek nimûne xiristiyan, elawî û kêmayiyên din. Ev ji bo me girîng e û lazime raya giştî ya cîhanî jî muxalefeta Sûrîyê teşwîq bike da ku ew ji komên din re vekirî bin.
Ev gotinên berpirsê herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîka ye ya Wezareta Derve ya Swêdê Robert Rydberg ne.

Sibê konferanseke berfireh ya navnetewî li ser Sûrîyê li Cenevre tê li dar xistin. Tê çaverêkirin ku NY, YE, Yekîtiya Ereban, Konferansa Islamî û derdorê 40 dewletan tevî komcivîna bi navê Cenevre2 bibin.

Yek ji van dewletan jî Swêd e ku ji aliyê Wezîrê Derve Carl Bildt ve dê bê temsîlkirin.

Derheqê beşdariya Swêdê ya civînê û nêrîna Swêd li ser cenga Sûrîyê em bi berpirsê herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ji Wezareta Derve ya Swêdê Robert Rydberg re axivîn

– Şerê li Sûrîyê mezin e, ji ber ku yek ji felaketên herî mezin yên mirovî di van deh salên dawî de li wira rûdidin. Xeterek wiha heye ku cenga Sûrîye Rojhilata Navîn û herêmê bavêje nav agirekî.Ev şer herwiha tesîreke dîrek li Swêdê dike çunkî li Swêdê gelek kesên bi koka xwe ji Sûrîyê hene. Û gelek kesên ku ji şer direvin weke penaber xwe li Swêdê digrin.

Robert Rydberg ji Wezareta Karê Derve ya Swêdê bi berdewamî radigihîne ku tenê rêyeke rawestandina şerê li Sûrîyê heye û ew jî peydakirina çareseriyeke sîyasî ye. Û lewra eşkere dike ku Swêd piştgiriyeke bihêz didine NY û nûnerê rêxistinê yê Sûrîyê. Û ji bo çareseriyeke sîyasî pêk were li gor Rydberg hevkariyeke navnetewî ya baştir di nav aktorên mezin de pêwist e. Divê cîranên Sûrîyê jî di şûna ku her yek meseleyê bi aliyekî de bikişînin, bi hev re hevkariyeke baştir bikin

Lê gelo di nav vê çareseriya sîyasî ku Swêd dixwaze de Bişar Esed dê bikaribe wek serokê Sûrîyê bimîne?

– Bingeha vê civîne di konferansa yekê ya Cenevrê de hatiye danîn. Û li wir behsa çareseriyeke siyasî ya demî hate kirin. Hêzên ku Sûriyeke cuda dixwazin, bikaribin di Sûriyeke bêşer de vê bi hev re bikin.

Ev bersiva Rydberg gotin bi gotin bû, em şîroveyê ji we guhdaran re dihêlin.

Di van çend rojên dawî de tevlîheviyeke mezin li ser beşdariya Îranê derketiye. Sê roj ji konferansê re manî sekereterê giştî yê NY Ban Ki Moon got îran hatiye dawetkirin, lê duh piştî rexneyên tûj ku ji muxalefeta Sûrîyê, Amerîka û hin dewletên erebî bilind bû hate ragihandin ku dawetname paşde hatiye kişandin û Îran dê tevlî komcivînê nebe.

Robert Rydberg eşkere dike ku di meseleya Îranê de nêrîna Swêd ew e ku gereke Îran ku di şer de xwedîtesîreke mezin e bi rengekî ji rengar beşdar bibe.

Di weşana xwe ya duh de me ragihandibû ku ji aliyên kurd ne Desteya Bilind lê Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûrîyê ku di nav Koalîsyona Sûrîyê de cî digrin hatine dawetkirin û wê beşdarî konferansan Cenevre2 bibin. Lê Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê ku partiya PYD jî di nav de ye Encûmena Niştimanî weke nûnerê tevahiya Rojavayê Kurdistanê nabîne û li gor nûçeyeke ku îro di Hawarnews de hatiye weşandin, îro ango rojek ji komcivîna Cenevre rê mayî ku li Qamişlo ”rêvebiriya xweseriya demokratîk ya demî” dê bê îlankirin. Îcar gelo helwesta Swêdê li ser biryareke wiha dê çi be?

Robert Rydberg balê dikişîne ser danûstandinên wan yên baş ku ji roja ewil ve bi muxalefeta Sûrîyê re hene û dibêje:

– Me tim ji serkêşên muxalefeta Sûrîyê re gotiye ku divê ew vekirî û daxilker bin. Girîng e ku nûnerên hemû komên etnîkî û dînî yên li Sûrîyê bêne temsîlkirin. Roleke kurdan ya girîng heye. Girîng e mirov ji bo komên din yên heyî jî vekirî be, wek nimûne xiristiyan, elawî û kêmayiyên din. Ev ji bo me girîng e û lazim e raya giştî ya cîhanî jî muxalefeta Sûrîyê teşwîq bike da ku ew ji komên din re vekirî bin.

Herçend pir bi girîngî behsa komcivîna ku sibê tê lidarxistin tê kirin jî tu hêvîyên Robert Rydberg ji wezareta derve ya Swêdê nînin ku tu encamên mezin ji kombûna sibê derkevin.

-         Divê em realist bin. Roja yekem wê tu çareseriyan bi xwe re neyêne û tu peyman neyêne girêdan. Lê hêviya min ew e ku ev bibe destpêka pêvajoyekê. Pêvajoyeke ku em dizanin dê wext bikişîne û dijwar be. Lê divê mirov hewl bide û baş e ku niha ev gav tê avêtin.  



BESIR KAVAK
besir.kavak@sr.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".