Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêtir zarokên penaber dê karibin li Swêdê bimînin

Hat weşandin onsdag 22 januari 2014 kl 12.39
"Mayîna li Swêdê hêsantir dibe"
6:18 min
Prensîbên nû dê nirxandina Daîreya Koç ya li beramberê zarokên penaxwaz bêtir comerd bike. Wêne: Anders Wiklund/TT.

Hikûmet û Partiya Jîngehê ya Kesk li hev hatin ku hejmarek bêtir zarokên penaxwaz yên biniya 18 salî û dê û bavê wan karibin li Swêdê mafê rûniştinê wergirin. Ji ber vê yekê wan têgeha ”rewşeke zêde dilşewat” ya di qanûna biyanîyan de bi têgeha ”rewşeke bi taybetî dilşewat” re guhertin.

Ferqa navbera van herdû têgehan ew e ku bi ya nû re dê qanûn ferehtir karibe bê şîrovekirin û hejmarek zêdetir zarok karibin li Swêdê bimînin. Vê yekê Maria Ferm dibêje ku berdevka sîyaseta koçberîyê ya Partiya Kesk e û guhertina nû bi hikûmetê re muzakere kiriye.

– Di saya vê guhertinê de dê ji bo zarokên berxeterê û malbatên wan hêsantir be ku mafê rûniştina li Swêdê wergirin.

Guhertina ku behsa wê tê kirin di warê têgeha di qanûna biyanîyan de ye. Têgeha ”rewşeke zêde dilşewat" ku heta niha dihat bikaranîn gelekî teng dihat şîrovekirin mafê rûniştinê didan hejmarek gelek sînorkirî. Lê bi têgeha ”rewşeke bi taybetî dilşewat” qanûn ferehtir dê bê şîrovekirin û rê bide ku bêtir zarok karibin li Swêdê bimînin, bi ya Maria Ferm.

Li hevhatina hikûmetê û partiya kesk ji ber vê yekê ye ku hikûmeta ji partiyên burjuwa pêk tê li parlamentoyê xwedî piraniyeke dengan nîn e. Ji ber vê yekê pêwîst e bi partiya kesk re li hev werin ku karibin qanûna biyanîyan di dengdaneke parlamentoyê re derbas bikin. Ev guhertinên di qanûna bîyanîyan de dê îsal ji 1ê tîrmeha û pê ve derbas bibe.

Bi armanca ku karmendên daîreya koç û dadgeh şîroveyên bêtir zelal karibin bikin wezaretê lîsteyeke mînakan jî amade kiriye. Ev lîste îro hat aşkerekirin û li wir ew rewşên mînak ku dikare mafê rûniştinê bide zarokên penaxwaz hatine rêzkirin. Li gorî vê prensîbên wê têgeha nû ya rewşeke bi taybetî dilşewat ya ji bo qebûlkirina mafê mayîna li Swêdê ev in:

Heger ku zarokek penaber li Swêdê  nexweşiyek xwe ya xedar heye û şandina wan a ji bo welatê xwe dikare bi awayeke xuyakar û berçav li ser nexweşiya zarokê tesîr bike, wê demê gereke mafê rûniştinê bê dayîn.

Maria Ferm a ji Partiya Jîngehê vê prensîbê wiha zelal dike.

– Heta îro dihat mêzekirin ka gelo derfeta lênêrîna wê nexweşîyê li welatê penaxwaz heye an na. Lê berçav nedihat girtin ka gelo ew mirov dikare li welatê xwe mesrefa lênêrîn û tedawîya xwe bide an na. Yan jî ku ew mirov ji ber ku endamê grûpeke gel ku ji ber cûdakarîyê lênêrîna nexweşîya wan naye kirin, dibêje  Maria Ferm.

Heger zarokek li welatê xwe tiştên gelekî bi trawma jîyaye û vegerek ji Swêdê dê vê rewşa zarokê bi awayeke gelek ciddî xerabtir bike.

Heger Meqamên sosyalê yên Swêdê zarok girtibe bin çavdêrîyê jî gereke bi vê têgeha nû re şîroveyek wisa bê kirin ku zarok karibe li vir bimîne.

Heger ku xizm û toreke têkiliyan ya zarokê li welatê xwe tunebe û tunebûna van têkiliyan bandoreke nebaş li ser pêşveçûna zarokê bike – dê ev jî weke sebebek were qebûlkirin.

Di nirxandina dabêşa zarokek de her wehe dema mayîna li Swêdê jî dê berçav were girtin – lê ka dirêjîya vê demê divêt çiqas be di vî warî de zelalkirinek tune ye û Maria Ferm dibêje gereke rewşa her zarokek cûda were nirxandin û ya girîng ewe ku mirov adaptebûna wan a Swêdê bigire ber çav.

-- Min bi xwe gelek zarok dîtine ku li Swêdê hatine dinê û li vir mezin bûne. Lê dîsa jî biryara red wergirtine. Ji ber vê girîng e mirov van guhertinan pêkbîne ku zarokên ku qet welatê dê û bavê xwe nedîtine û li vir çûne dibistanê neyên redkirin ku li Swêdê bimînin.

Wekî din hîn prensîb jî hene ku bi rewşa dê û bav ve girêdayî ye û evana ew rewş in ku dikare tesîreke xerab li ser jiyana zarok bike.

Heger dê û bavê zarokek piştî biryara redkirina serlêdana wan a penaberîyê ji hêla psîkolojîk ve pirsgirêkên wan peyda bûye û ji ber vê nikarin bêyî desteka xizmên li Swêdê li zarokên xwe mêze bikin û li welatê wan jî têra xwe derfetên alîkarî û lênêrînê tuneye.

Heger ku rewşa nexweşîya zarokek ji ber biryara sïnorderkirinê peyda bûye an jî ji ber vê girantir bûye û ne dîyar e gelo dê zarok karibe li welatê xwe lênêrîna nexweşiyê wergire -  li gorî van prensîban jî dê zarok karibe bi tevî malbata xwe li Swêdê mafê rûniştinê wergire.

Guhertineke din ya nû di qanûna biyanîyan de di derbarê astengîya pêkanîna sînorderkirinê ye.

– Zarokên ku biryara sînorderkirinê wergirtine dê karibîn serï li astengkirina pêkanîna vê yekê bidin. Û sebebê wan ne pêwîst e bi qasî yên mezinan cidî be dibêje Maria Ferm.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".