Pêşkêşvan Kodjo Akolor û akter Sissela Kyle.

Henekên galaya filman gotûbêjên germ saz kir

8:42 min

Di galaya xelata herî hêja ya bo filmên swêdî de, Guldbaggegalan, ango xelata kêza zêrîn henek û yariyên ne dirust hatin gotin. Akter û komîdîsiyena swêdî Sissela Kyle di galaya ku roja duşemê hate lidarxistin de çendîn henek kirin û ji ber wan rastî rexneyên tund bû. Li gor rexnegiran henekên wê ne di cî de bûn û bi nijadperestiyê ve girêdayî bûn.

Akter Sissela Kyle got ku bi xêra Marika Carlsson û Özz Nûjen agahiyên me derbarê jîngeha mezinbûna reşan û awayê por û pirça kurdan zêde bûye.

Turneyeke komîdîsiyen Marika Carlsson bi navê  ”Awayê mezinbûna reşekî ango zincîyekî” hebû û komîdîsiyenê kurd Özz Nûjen jî gelekê caran bi henek û yarî behsa por û pirça laşê kurdan kiriye.

Di nav gelek henekên din de, ev gotin hiştin ku gelek kes aciz bibin û rexneyan li van henekên rasîstî ango nijadperestî bikin. Yek ji rexnegirên van axaftin û henekan rojnamevan û nivîskar Lawen Mohtadî ye:

-Henekên bi vî awayî sîgnalan didin ku bêguman kesên ne çerm sipî ne beşekî asayî û helbetin di warê filman û jiyana çandî de. Mohtadi dibêje ev awayê henek û yariyan ne munasib û ne xweş e.

Lê komîdîsiyen Özz Nûjen bi xwe vê meselê mezin nabîne û ji Zayele re dibêje divê henek û yarîpêkirin serbest be. Li gor nerîna wî henekê bi wî hate kirin tenê henek bû lê belkî ne gelekî biserketî bû.

Hem pêşkêşvanê bernameya Morgonpasset di kanala P3 ya Radiyoya Swêdê de, Kodjo Akolor bi henekekê hate pêşkêşkirin:

-Sissela Kyle henekeke din kir û got nuha bûye dema filmê bi reng, Kodjo Akolor li vê derê ye.

Kodjo Akolor çerm reş e û gelek vê henekê bi rengê çermê wî ve girê didin. Lê li gor birêvebirê projeya galaya kêza zêrîn Anders G Carlsson, ev henek ne derbarê rengê çermê Kodjo Akolor bû:

-Giring e ez vê yekê bêjim ku ti referens û çavkanî ji vê henekê re tune ne ji bilî mebesta bi Kodakê ve girêdayî ye. Lê eger mirov piştre analîza derbarê rengê çermê Kodjo lê zêde bike, me hizra wê nekiribû û belkî divabû me hizra wê bikira.

Anders G Carlsson berdewam dike û dibêje derbarê henek û yariya bi Özz û Marika ve girêdayî ye, ew tenê wekî pîrozkirinekê bû ji wan û karê wan re.

Birêvebira pirsên peywendiyê ya telefizyona Swêdê, Sabina Rasiwala ji Radyoya Swêdê re dibêje ku ev hewildan henek û yariya bû û ne di ciyê xwe de hate gtotin:

-Ev ne henek bû lê hewildana henek û yariyên bi zewiq bû û bi awayekî şaş hate gotin. Ev komîdîsiyen xwedî jîrbûn û xibreteke dirêj in lê vê carê şaştî kirin. Li gor nerîna min, Sabina Rasiwala dibêje her baş e ku gotûbêj derbarê vê bûyerê bûn da ku em baştir bibin û xwe bi pêş ve bibin. Lê di heman demê de pêkenîn her wekî beşên din yên çandê divê wêneyekî ji civakê be û piran ava bike, divê bi wêr be lê vê carê bi awayekî şaş bû. 

Li gor gotinên Anders G Carlsson henek û yariyên di galaya kêza zêrîn, Guldbaggegalan de hatin pêşkêşkirin bi zanebûn û rêkûpêkî hatin hizirkirin û hilbijartin, lê Kodjo Akolor kêmhebûna kesên bi esil û kokên biyanî di karê amadekirina galaya kêza zêrîn de wekî problem û astengîyê dibîne:

-Ew grûpek in ku tucarî belkî hest bi nijadperestî yan seksîmê nekirine yan jî bi bindestiyê bi awayekî giştî. Herçend eger gotin derbarê cinsê mirov, meyala cinsî yan ol û dînê mirov be ev kesena tucarî bi wê hest nekirine bê çawa ye. Ew karin behsa bûyerê bikin, behsa babetê bikin, lê ev awayê bûyer û gotinan bi serê wan de nehatiye.

Kodjo dibêje ji ber vê yekê jî ji wan re bi hêsanî ku li bûyereke bi vî awayî binerin, gotinên hatine gotin analîze bikin û bi sadeyî bêjin ”ne tiştekî mezin bû”.

Li gor nerîna Akolor, me îro di gelek waran de hizirkirina zayend û cins heye lê ne ya pirrengî û pircûreyî. Li gor wî ev ne derbarê pêşkêşvanên galayê ye lê pirseke kolektîvan e û civakî ya mezintir e.

Piştî berfirehbûna gotûbêjên derbarê galayê, Sissela Kyle nivîskî daxwaza lêbûrînê kir û got ji ber neamadebûnê û stresa zêde mebesta wê ya baş bi awayekî şaş hate fêhmkirin û mixabin dibîne ku bi vî bû lê li dibêje ku xwe ji vê serpêhatiyê fêr kir.

Debat û gotûbêja derbarê gotin û henekên di galaya kêza zêrîn de bûn ji êvara galayê de yek ji babetên mezin. Lê her komîdîsiyen Özz Nûjen bi zanebûn beşdarî vê debat û gotûbêjê nebû û li gor nerîna wî şîrove zêdî hez û sînorî mezin bûye.          

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista