Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Nizimkirina hedefên klîmatê dê di muzakereyên cîhanî de pêbawerîya bi Yekîtiya Ewrûpa re kêmtir bike. Wêne: Saul Loeb/TT

Komîsyona Ewrûpî hedefên klîmatê nizim dike

"Şîrketên petrol û komirê kêfxweş in"
5:27 min

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê bi pêşnîyazên nû dixwaze hewlên başkirina klîmatê yên welatên endam sist bike. Krîza aborî û buhabûna enerjîyê weke sedem tên destnîşankirin.  

Pêwîst e sîyaseta klîmatê ya Yekîtiya Ewrûpayê bibe xwedî kêmtir hedefên ku welatên endam girê dide. Vê pêşnîyazê Komîsyona Ewrûpayê dike.

Rexnegir dibêjin dê ev yek, sîyaseta klîmatê ya ku hedefa wê kêmkirina berdana bermayîyan e û zêdekirina bikaranîna enerjîya nûjenbar e, sist bike.

– Şîrketên enerjîya fosîl hildiberînin ya wekî petrol û komirê dê di saya vê pêşnîyazê de kêfxweş bibin. Lê em ên ku li ber xerabûna klîmatê dikevin û şîrketên ku ji bo çareserîyên efektîfkirina enerjîyê û enerjîya nûjenbar kar dikin em ji vê gelekî nerazî ne, dibêje Stefan Henningson li berpirsê pirsên klîmatê li rêxistina Världsnaturfonden a Swêdê. 

Serokê komîsyona yekîtiya Ewrûpayê José Manuel Barosso duh li Brukselê pêşnîyazên di warê hedefên klîmatê yên ji bo sala 2030î aşkera kirin.

Di van pêşnîyazan de Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê di xwaze bi sala 1990î re qiyas di sala 2030î de berdana bermayîyan bi sedî 40 kêmtir bike û pêşnîyaz dike ku asta enerjîya nûjenbar ji sedî 27ê cihê vê kêmkirinê bigire.

Bi ya Stefan Henningsson li Världsnaturfonden pêwîst bû asta kêkirina berdana bermayîyan ne ji sedî 40 lê ji sedî 60 bibûya.

Di warê berdana bermayîyan de pêşnîyaz welatên endamê Yekîtiya Ewrûpayê girê dide. Lê pêşnîyaza di derbarê asta enerjîya nûjenbar de dê tenê di asta Yekîtiya Ewrûpa de girêdanker be. Yanî her welatê bixwe dê biryarê bide çiqas cihê kêmkirina berdana bermayîya çiqasî bi enerjîya nûjenbar dagirin.

Ev bi hedefên Yekîtya Ewrûpayê ya 2020 re qiyas sistkirineke sîyaseta klîmatê ye, ji ber ku di nav wan hedefan de van herdû hedefan jî welatên endam girê didan. Di sîyaseta klîmatê ya 2020î de her weha hedefeke sêemîn ya di warê efektîfkirina enerjîyê de jî hebû… Lê di pêşnîyaza ji bo 2030î de ev hedef êdî cîh nagire.

Stefan Henningsson dibêje pêşnîyaza nû ya Komîsyonê hewldanên Yekîtîya Ewrûpayê ya ji bo başkirina klîmatê sist kirine.

– Sebeb ew e ku hewldan û sewîya daxwazê ya hedefên enerjîya nûjenbar hatine nizimkirin. Hedefên ji bo efektîfkirina enerjîyê jî taloxê pêşerojê kirine. Û bi awayeke gîştî hedefên klîmatê jî di biniya hêvî û xwestekên xeta germbûna global ya dido dereceyî de maye.

Pêşnîyazên klîmatê yên Komîsyona Ewrûpayê di pêvajoyeke wisa de têne pêşkêşkirin ku ji alîyekê ve buhaya enerjîyê bilindtir dibe û ji alîyeke din ve jî bêkarîya li welatên yekîtîyê her diçe zêdetir dibe.

Lê rexnegir dibêjin komîsyonê guh nedaye wan lêkolîn û raporên ku nîşan didin ku kêmtir bikaranînan enerjîyê herweha ji bo çêkirina derfetên nû yên kar û pêşxistina aborîyê baş e.

Berdevka Partiya Jîngehê Åsa Romson hikûmeta Swêdê bi pasîfbûnê rexne dike û dibêje heger hikûmetê li Ewrûopayê serkêşîyeke baş ya ji bo sîyaseta klîmatê bikira dê gelek deskeftinên erênî  pêk bihata.

Ew her sisê hedefên ku divîya welatên endam di ware enerjîya nûjenbar û efektîfkirina enerjîyê de girê bide karîbû hem karên nû peyda bike, aborî pêşbixe û her weha av û hewayeke paqijtir bide me û berdana bermayîyan kêmtir bike. Lê hikûmeta swêdî di vî warî de dûrûtî dike. Ew bi rêya şîrketa enerjîyê Vattenfallê li Almanyayê sermaye radizîne bikaranîna komirê di şûna ku bi enerjîya nûjenbar berdana bermayîyan kêmtir bike, dibeje Åsa Romson.

Pêşniyazên Komîsyona Ewrûpayê yek ji çend gavên Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo sîyaseteke klîmatê ya nû ye.

Di meha adarê de dê wezîr û serokên hikûmetên welatên Yekîtiya Ewrupayê li ser şiklê dawî ya pakêta klîmatê biryarê bidin. Ev dê bibe beşeke girîng ya ji muzakereyên Neteweyên Yekbûyî yên klîmatê yên ku dê sala 2015 li Parîsê li dar bikeve. Lê heger ev pakêt were qelskirin û sistkirin rîsk heye ku pêbawerîya Yekîtiya Ewrûpayê kêm bibe.

Sisê komîsyonên Parlamentoya Ewrûpayê ji berê ve biryar dane ku gereke sisê hedefên klîmatê yên Yekîtîyê werin parastin; yanî kêmkirna berdana bermayîyan, zêdekirina enerjîya nûjenbar û efektîfkirina enerjîyê.

Hikûmeta Swêdê hîna jî biryara xwe nedaye ka gelo ew dixwaze wê serkêşîyê bike ku Yekîtiya Ewrûpayê bi berdewamî xwedî li van her sisê hedefên xwe derkeve.

Wezîra enerjîyê ya Swêdê Anna Karin Hatt a ji Partiya Navendê dibêje hebûna hedefa enerjiya nûjenbar ya hetanî sala 2020 roleke mezin leyîstîye. Di saya vê de jêrxana enerjîya nûjenbar ya li Yekîtiya Ewrûpayê ji hêvîyan leztir hatiye avakirin..

Anna Karin Hatt dibêje partiya wê, Partiya Navendê, alîgir e ku hedefa enerjîya nûjenbar bibe biryarek ku welatên endam girê dide lê dibêje niha dê tevahîya hikûmetê van pêşniyaza Komîsyonê ya di vî derbarî de di çav re derbas bike û analîz bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".