Şîyar Ali, berpirsê Partîya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Swêdê. Wêne: Zana Schiroyi.

Swêd gereke pirsa kurdan bîne rojeva Cenevre 2

"Kurd gerek e xwe bi xwe temsîl bikin"
6:07 min

Kurdên Swêdê dixwazin wezîrê karê derve Carl Bildt di komcîvîna Cenevreya 2 ya li ser Sûriyê de pirsa kurdî bi awayeke xurt bîne ser masa nîqaşê. Bi vê armancê li pêş parlamentoya Swêdê konek hatiye danîn û ez îro berya nîvro çûm wir û bi berpirsê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Şîyar Ali re peyîvîm. Daxwazên PYDê ji temsîla Swêdê li Cenevre 2, nêrîna li ser temsîla herdû nûnerên kurd li wê komcivînê û bi gîştî hêvîyên ji komcivînê û temsîla pêşerojê ya kurdan weke alîyeke şerê li Sûriyê û alîyeke di muzakereyên li ser qedera Rojava û Sûrîyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".