Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dibe ku êdî kes bi alerjiyê nekeve

Hat weşandin måndag 27 januari 2014 kl 15.37
Ashiya li hember alerjiyê
5:30 min
Bi aşiyekê hemû cureyên alerjiyê dikarin bêne astengkirin. Foto:COP/NTB scanpix/TT

Gelek ji me insanên vê heyamê alerjiyeke me heye. Hinek bi hin xwarinê nexweş dikevin, hinek ji bêhna gulan laşê wan sor dibe, bi şewbê dikevin û hinek ji me nefesa me diçike.  Îcar gelo di vê çerxa ku însan li keşfkirina stêrkan digere de dermanekî li hemberî alerjiyê nemimkun e?

Belê, dibe ku di nêzîk de çareyek ji alerjiyê re bê peydakirin. Lêkolerên swêdî keşfek kirine û di peydakirina dermanekî li hemberî alerjiyê de gihane qonaxeke girîng. Profesor Agnes Wold li beşa bakteriolojiyê li Akademiya Sahlgrenska ya Göteborg doktoriyê dike:

– Bi vî dermanê ku em ê jê re bêjin aşî zarok dema nû ji dayik dibin dê bêne tedawîkirin û ew dermanê hemû alerjiyane. Ew wek nimûne alerjiya ji ber tovê kulîlkan (pollen) û xwarinê asteng dike. Ev aşî dike ku sîstema parastina mirovan bistewê, bigihê û bi vî rengî karibe tamûl bike.

Di roviyên insên de gelek bakterî hene û bakteriyek heye ku bi taybetî proteînê çêdike.

Îcar lêkolîn vêya nîşan didin; zarokên berşîr yên ku di roviyên wan de ev bakteriya ku proteînê çêdike heye alerjiya xwarinê li wan nade. Dermanê ku niha hatiye îcatkirin ji vê proteîna bakterîyê pêk tê. Derman yan  aşî sîstema parastinê dixapîne, wê teşwîq dike da ku bergiriya laşê mirovî (immunförsvaret) bikeve nav tevgerê û laş parastina xwe qayim bike.

Sedema ku mirov bi alerjiyê dikeve yan na bi jiyana mirov ya destpêka jiyanê, berşîrîyê ve girêdayî ye. Ango ya girîng jîngeh, derdora ku mirov sala pêşî tê de jiyaye, û zemanê berê dema zarok ji dayik dibûn ew ji niha bêhtir rastî bakteriyan dihatin.

– Sîstema bergiriya laşê me li gor rewşeke ku dema ew çêbû bikeve nav şokê de şiklê xwe girtiye. Ew bi yek carî tûşî gelek bakteriyên baş û xerab, mîkrop, vîrus û hwd dibû. Û ev dibû sedema ku gelek zarok hîna di pêçekê de dimirin.

Heta sala 1840 jî li Swêdê ji %20ê zarokan hîna sala xwe temam nekirinî dimirin. Lê piştî ku karêz û kanalîzasyon hatine danîn û av paqij bû mirina zarokan kêm bû. Lê êdî hejmara alerjiyan zêde kir:

– Dema ku paqijî zêde dibe û enfeksîyon kêm dibin mirov zêdetir bi alerjî û kulbûna roviyan dikeve. Yanî sîstema bergiriya laşê me li gorî rewşeke ji ya îro cuda hatiye afirandin. Lewra ev nexweşî derdikevin. Herkes bi van nexweşiyan nakeve, lê hejmara wan pir zêde ye û her ku diçe zêdetir jî dibe.

Aşiya ku qala wê tê kirin hatiye çêkirin, lê niha lêkolerên swêdî lê difikirin bê ew bi çi awayî vê aşiyê biceribînin. Ji ber madeyên ku ev bakterî diafirîne (super-antigener) dikin ku mirov bi jehrî bikeve. Elametên bakterîyê li cem salmezinan didine der, lê li cem zarok yan cewrikên ku li wan hatiye ceribandin tu elamet dernakevin.

– Qonaxa dawî di îmalatkirina dermanan de ew e ku divê derman li ser salmezinên saxlem hatibe ceribandin. Lê niha em nikarin vêya bikin ji ber ku wextê em bidine wan em dizanin bê dê çi bi serê wan bê. Ew ê verîşin û zikêşî bibin. Em herwiha dizanin ku tamûla laşê wan pir zeîf e ji ber ku sîstema bergiriya laşê wan cuda ye.

Besir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".