Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Fehmi Barkarmo

"Ciyekî ku em hêstirên xwe lê bibarînin pêwist e"

Hat weşandin tisdag 28 januari 2014 kl 17.10
Fermana fileyan
(12 min)
Serokê Navenda Seyfo Fehmi Barkarmo. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Roja pêncşemê şaredariya Botkyrka ya li başûrê Stockholmê dê biryar bide bê nîşaneke bîranînê ya ji bo fermana fileyan ango komkujiya xiristiyanên Tirkiyê li Stockholmê bê danîn yan na.

Kurd ji vê komkujiyê re bêhtir dibêjin fermana fileyan û suryanî/asûrî jî dibêjin ”seyfo” yanî şûr. Lê dewleta Tirkîye komkujiyê înkar dike û hewldanên ji bo naskirina komkujiyê di raya giştî ya navnetewî de mîna çalakiyên li hemberî xwe dibîne.

Di 2010ê de gava ku parlamentoya Swêdê ferman wek qirkirin nas kiribû Tirkiyê nerazîbûneke tund li hemberî Swêdê nîşan dabû û bangî sefîrê xwe kiribû. Û niha jî hin dengên nerazîbûne têne bihîstin.

Derbarê babetê de hevpeyvîn bi serokê Navenda Seyfo Fehmi Barkarmo re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".