Swêdiyek bi tawana terorê li Israîl mehkûm bû

Hemwelatiyekî swêdî yê 17 salî li Israîlê bi cezeya şeş meh di zindanê de hate mehkûm kirin. Li gor rojnameya Aftonbladet, li ba vî hemwelatiyî madeyên teqemenî û xezîneya fîşekan hate peyda kirin û ji ber wê jî sûcdariya wî bi tawana terorê hate binavkirin.

Ev hemwelatiyê 17 salî li bajarê Nablus li perava rojava di meha nehan, september de ji aliyê leşkerên israîlî ve hate girtin.

Dayika vî xortê 17 salî ji rojnameya Aftonbladet re dibêje ku kurê wê bêsûc e û wî mecbûr kirine bi tawanên ku wî nekirine îtrîaf bike. Li gor dayikê dê di demeke nêzîk de gotûbêj derbarê kurtkirina dema cezeyê bên lidarxistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".