Serokê serkatiyê dê kuştina afganiyan zelal bike

Serokê serkantiya giştî ya hêza leşkerî ya swêdî, ÖB, Sverker Göranson dê di şeşê adarê de here seredana komîsyona bergiriyê ya parlamanê. Di seredanê de dê Göranson bersiva pirsên derbarê kuştina afganiyên ku ji aliyê hêza swêdî ve li Afganistanê di navbera 2010 ta 2012 de hatin kuştin, bide.

Di dawiya heftiya derbasbûyî de agahdarî ji aliyê hêza bergiriyê ve giheşte rojnameya Dagens Nyheter. Agahdariyên derbarê kuştina çendîn afganiyan ji aliyê leşkerên grûpa taybetî ya operasyonê ve.

Torbjörn Björklund, endamê komîsyona bergiriyê ji partiya çep ji rojnmaeya Dagens Nyheter re dibêje ku serokê serkantiya giştî, ÖB, dê zelal bike bê eger yên leşker li gor qaydeyan kirine yên derbarê bê kengî ew karin şerê dijmin bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".