Karên pêşerojê eşkere bûn

Bazara karî di navbera wan kesên ku zû kar peyda dikin û yên yekcar kar nabînin tên parçe kirin, ev li gor rapora daîreya karî, Arbetsförmedlingen, ya îro beriya nîvro çap bû. Warên karî yên mirov bi lez kare kar werbirgire, wekî nimûne mamostayên pêşdibistanan e, muhendisên warê endustriya kanan û mekanîkerên kamyonan e.

Lê hêla din rewş ji bo wekî nimûne yên li zarokan di pêşdibistanan de dinerin û yên paqijiyê dikin wê bizehmetir bibe. Di van wanran de hêza karî pir e. Ya herî giring li gor Håkan Gustavsson, analîzvan li daîreya karî, ku mirov perwerdeya lîseyê temam kiribe:

-Piraniya xwedanên karîdixwazin kar bidin yên xwedan perwerdeya lîse ango gymnasiumê ne. Ji ber vê yekê jî ev e ya biriyara şens û imkanên peydakirina karî didin.

Ji bo ku mirov xwedan imkanên peydakirina karekî di pêşerojê de be, divê mirov perwerdeyeke warê teknîkê bixwîn e, yan jî doktorî ango perwerdeya pizîşkî û herweha warên pisporî di beşên cuda yên lênerîna nexweşan, mamostatîya madeyên cuda û warê avakirinê jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".